1. şiir karê peyvên tîr di ta rakirin û wan weke morikan di benikê ristan de rêzkirin... |
|
17.07.2013 12:54 |
cirano
|
2. yek ji hunerên herî kevn a mirovahiyê ye. |
|
17.07.2013 13:04 |
filankes
|
3. http://ku.wikipedia.org/wiki/Farq%C3%AEn#Just.C3.AEniyanpol.C3.AEs(stûr: ) |
|
21.08.2013 16:17 |
ahmet_amed
|
4. barîna hestan e... |
|
09.09.2013 01:36 |
welat colemêrgî
|
5. hilbêrîna evîn , kul û derdan e |
|
09.09.2013 21:52 |
teyoyê pîvazî
|
6. kêr e! ku ev kêr di dilê kî/ê re here wê ew kes her û her birîndar be. mirov dikarin ruhê xwe yê genî û gemar bi ava helbestê bişûn, lê hay jê hebin tekstên hinekan ne ava helbestê lê bes avika helbestê ye. tu eleqeya wî bi îlhamê re tune ye; jiyan û xebateke pirr zehmet dixwaze. helbest hişî azad dike, mirov di helbestê de ji tixûbên mêjî rizgar dibe. |
|
14.10.2013 20:31 |
zero
|
7. helbest li cem me kurdan berê tenê cegerxwîn bû... |
|
15.10.2013 00:23 |
dîno
|
8. bersiva evîN a min e |
|
06.11.2013 13:50 |
nanxwarê cilqetên
|
9. Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi cureyeke din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye. |
|
04.04.2014 19:08 |
mam selam
|
10. helbest şêrko bêkes'e şêrko bêkes helbest'e. |
|
05.04.2014 19:44 |
hogırekoseri
|
11. '' ji avê naziktir keça xweşik e/ji keça xweşik naziktir helbest e/ ''şêrko bêkes |
|
10.09.2014 20:39 |
serpale
|
12. mixabin îro di nav evqas teknolojiyê de, helbest balkêşiya xwe wenda dike. helbesta baş peyda jî bibe, ew rûhê ku tamê ji xwendina helbestê dibîne, hêdî hêdî vedimire. mebest ne tenê helbesta kurdî ye. wekî nimune, nifşên berê li rûsyayê helbestên puşkîn û lermontov jiberdikirin, nifşê nû naxwînin, hinek jê navê lermontov jî nas nakin. pirtûkxaneyên mezin jî dibêjin ku van salên dawiyê pirtûkên helbestan yê herî kêm tên xwendin. ango êdî helbest li her derê kêm tê xwendin. lê heger mirov bi taybetî behsa helbesta kurdî bike, ew tehmeke cuda ye û êşa wê guhertî ye. |
|
19.03.2015 20:48 ~20:48 |
remlavêj
|
13. karê herî zor û hewceyê hostatiyê ya wêjeyê ye mixabin ya herî zêde tê kirin e. |
|
27.03.2015 18:47 |
bijêrvan
|
14. Stêrkê li ezmana de şevê tarî |
|
22.03.2020 00:49 |
dilreş
|
15. Te hêviya min êşa canê min bûyî |
|
05.09.2021 19:25 |
dilreş
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |