1. nexweşiya ku ji ber vîrûsekê çêdibe. her sal ev vîrûs genetîka xwe diguherîne, ya rasttir, suşa/nifşa vîrûsê ya ku wê salê serdest e, diguhere. loma ger sala borî hûn nexweş bûbin jî hûn ê dîsa jî vîrûsa vê salê nas nekin. ji ber yekê, an divê hûn her sal nexweş bibin an jî her sal derziya vîrûsa wê salê li xwe bidin. |
|
05.01.2014 14:11 |
simurg56
|
2. grîp-şewb: |
|
05.01.2014 15:05 |
devliken kelogiri
|
3. nexweşiya ku eslê xwe de tedawiya wê tune. heta tê gotin ku ger hûn derman bi kar bînin hûn ê heftiyekê de sax bibin, lê ger hûn derman bi kar neynin hûn ê 7 rojan de sax bibin. |
|
12.01.2014 11:31 |
simurg56
|
4. (bnr: serma) |
|
12.01.2014 17:10 |
dastanekkevin
|
5. şewb |
|
12.01.2014 20:09 |
nanxwarê cilqetên
|
6. Nexweşiya ku ji beriya naha 2 hefteyan derbasî min bû paŞî ji min jî derbasî kurê min ê 7 heyvî bûyE YE. YA min xem ne dikir lê bi rastî zarok gellek pê êşiya.. Em jî bi êşa wî re diêşiyan |
|
12.01.2014 23:16 |
nan û av
|
8. nexweşiya ku bi vîrûsên her sal xwe digûherîne çêdibe. vîrûsa înfluenza. her sal bi mutasyonan xwe digûherîne ji ber wê jî ne tedawiya wê heye ne jî taman yanê patrome yanê aşiya wê tune ye. |
|
13.01.2014 00:01 |
brusk56
|
9. Ku tiştek tené teoriya werarê peyîtîné (ispat ke) ew jî vîrusa grîpé ye. Her sal û her sal bi mutasyoné té guherandin û suşé nu çédibin. Grîp nexweşînekî sivike lé belé her dem bela seré meye |
|
03.04.2015 21:37 ~21:39 |
tîrejên rojê
|
10. nexweşiya ku tam yê van wextan e. dema hewa digûhere, mirov haj xwe namîne dicemide. sedemek din jî ew e ku dema nexweşî li kesên derdora mirov zêde be, îhtîmala girtina nexweşiyê jî zêde dibe. bi taybetî li dibistanan, li ofîsan weke perokek belav dibe. |
|
05.11.2015 16:27 |
brusk56
|
11. ev du roj e min bernade. do êvar hingî agirê min bilind bû min got qey mejiya min dikele û canê min li ser doşeka bizmaran e. tew qûxik jê pîstir e... neriyam bi peyva yadê û anne pest dibêjim û xew ji min gelek dûr e, min rêzefîlma game of thronesê vekir. piştî pestgotinên min li ser jon snow û khaleesi bûn. * |
|
21.01.2016 20:29 |
biruya hayao miyazaki
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |