Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gogol - tirşik
gogol
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nikolay Vasilyeviç Gogol, nivîskarê rus yê sedsala 19an e, ji bizava realistan e



27.04.2014 12:54 | kevçiyê dil

2. nivîskarên rûs dibêjin em hemî ji qapûtê wî derketin. mirov dişêt bêjit çîroka qapût xulaseyek wêjeya rûsî ya klasîk e. kawa nemir jî di nivîsek xweyî nayêt xwendin de bi vê referansê (bêyî ku referans diyar bike) dibêje em hemî ji qapûtê ereb şemo derkerin. ê bavê min qey tu nafikirî xelk dê bipirsin ka tu çawan ji qapûtê ereb şamîlovê bolşevîk derketî? ji alî naverok, şêwe, leheng û bîrdozî ve xizmahîyek heye navbeyna gogol û turgenyev, dostoyevskî, çernişevskî û yên din de. başe çi eleqeya te bi ereb şemo re heye? Hûn ne yên nifşek û dibistanekê ne, zemanek dirêj û erdnîgarîyek berfireh ketîye navbera ereb şemo û nivîskarên bakûr, hûn ne yên heman çînê ne, şêweyê wêjeyî jî ne yeke. dîrok ne çîroke, nayê çêkirin.



21.05.2021 10:20 | hespêsor

3. Nivîskarekî mezin e. Hemî nivîskarên rûsî yên modern bivênevê di bin bandora wî de mane û em di berhemên Dostoyevskî û Tolstoy de jî vê bandorê peyda dikin. Wek li jor jî hatiye gotin ji Pûşkîn, gogol heta Dostoyevskî, turgenyev, Tolstoy, gonçarov; têkiliyeke edebî, sosyal, çandî wesayre pirr zelal û beloq eşkere dibe. Lê hingê ti têkiliya şivanê kurmancan bi edebîyata modern a kurdî nîn e. Yanî nivîskarekî bi navê erebê Şemo nehatibûya dinyê jî di edebîyata me de ti guherînek dê nebûya.
Lê em karin bêjin edebîyata kurdî ya modern ya bakurê Kurdistanê ji hawara Celadet Bedirxan olan daye. Ne ji Hawarê bûya îroj edebîyata Bakûr ne di vê pozîsyonê de bûya helbet.

Îcar em bên li ser meseleya gogolî. Bi navê giyanên mirî romaneke mezin ya gogolî heye ku ji qaputa wî jî navdartir û girîngtir e. Hemî romanên rûsî yên li dû giyanên mirî hatine nivîsîn ji di siya vê romanê de bêhna xwe vedane, qenebî taseke av jê vexwarine.
Giyanên mirî romaneke nîvcomayî ye. Gogolî dema Tevn û tora romanê di hişê xwe de saz dike, wek sê kitêb dihûne. Cilda yekem dinivîse, xelas dike. lê dema ku cilda duyem dinivîse nexweş dikeve û sê çar sal tedawî dibîne. Ligel nexweşiyeke psîkolojîk ya bi navê manîk depresîf psikos cîlda duyem jî dinivîse lê rojekî di dema nobetekê de hemî destnivîsên cîlda duyem ên kitêb diavêje êgir lê çend kesên vir de û wir de destnivîsên kitêb ji êgir derdixînin û piştî wefata gogolî cîlda duyem jî diweşînin. Feqet ji ber temamnekirin û şewatê cîlda duyem hem kêm e hem jî gelek beşên kitêb nîvco ne. Jixwe emrê camêr têrî cîlda sêyem jî nake.
Axirî em ji ber manîf depresîf psîkosê ji berhemeke muhteşem bêpar mane. Lê tevî hemî kêmasiyan jî gogolî bi vê romanê portreyeke xweşik ya rewşa sosyo-politik ya civat û burokrasîya Rûsyayê xêz kiriye.

Hîngê bandora gogolî ya li ser edebîyata rûsî li kû, ya erebê Şemo li kû? Yanî tir li kû das li kû?



21.05.2021 12:08 ~12:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gogol

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî