1. navê bername û rêzebelgefîlmekÎ ye ku di trt kurdî de tê weşandin.. di her bernameyekî de li ser eşîreke kurd disekine, bi giregir û malmezinên eşîrê re li ser pirsa eşîr çawa çêbûye, navê xwe ji çi standiye, çend gundên eşîrê hene filan disekine.. fikreke xweş e lê bername biçekÎ zêde amamtor e.. |
|
10.05.2015 17:25 |
endazer
|
2. (bnr: eşîrên kurmanç) |
|
10.05.2015 18:26 |
cinorek
|
3. peyva ku hin herêman weke êl tê bi lêv kirine. |
|
11.05.2015 01:00 |
berxweda
|
4. Bi kurdî hoz e. Peyveke hînd-ewropayî ye. Lê belê bi giştî eşîr û êl tê bikaranîn.. |
|
11.05.2015 01:23 |
mergehez
|
5. bi kurmancî jê re êl, ezbet, hoz, qebîle jî tê gotin, di nav van de ya ku ez zanim hoz bi eslê xwe bi kurdî ye, lê ferq nake, hemû peyvên din jî êdî bûne malê kurmancî.. |
|
11.05.2015 01:26 |
endazer
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |