Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
diêşiya - tirşik
diêşiya
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka nÛ a helbestan a şairê kurd rênas jiyanî ye.. hê li tu pirtûkfiroş û pirtûkxaneyan nehatiye belavkirin.. îro ez û hevaleka xwe em çûn weşanxaneya belkiyê serdana rênas û me du heb diêşiya jê wergirtin.. û di ber re jî me qala ehl û iyalê wêje û helbesta kurdî jî kir.. piştî tiştên di heqÎb û xurcezînên me de yên derheqê wêje û helbestê de qediyan min mijar anî ser tirşika tiberik û tam-seyfe min reklama tirşikê jê re kir.. camêr gelekî pê kêfxweş bû û got illeh di keys û mefera ewilîn de ez ê lê binêrim.. paşê min wateya janyayê jê pirsî got janya yanî war û welatê êş û janê.. her weke îspanya û îtalyayê.. min çewt xwendin û telafûzkirina helbesta hebhinarkê ya ji aliyê koma hîvron ve jê pirsî got haya min jê heye lê ez ne mirovek otorîter im û naxwazim zêde destê xwe li her tiştî bidim.. û got ji aliyê camêrekî ve janya jî hatiye bestekirin û di demek nêz de wê derkeve pîyasê..

ez bêm ser naveroka pirtûkê ji ber ku min her du diêşiyan jî ji bo hevalên xwe wek diyarî standibûn bes bi qasê nîv seetî wextê min ji bo xwendin û lênêrîna pirtûkê çêbû.. yên ku rênas ji nêz ve ji kovar û rojnameyan dişopînim pirraniya helbestên di pirtûkê de wê nas bikin.. yanî pirraniya helbestên di pirtûkê de ne nû ne an di kovarekî de an di rojnameyekî de weşiyane.. û divê ez bêjim ku ew tama berê ya ku min ji helbestên janya û mexzena xwînê standî min ji diêşiyayê nestand.. dibe ku îro tama devê min nexweş be ez neheqiyê lê nekim.. lê ji xwe ya ku rênas jiyan li ber dilê min hêja û ezîz dike ji helbestên wî wêdetir û zêdetir sekn û helwesta wî ya sade û nefsbiçûk e..

ez ê wek nimûne helbestekî li vir ji pirtûkê binivîsim lê ez ê ne ji pirtûkê ji profîla lokman ayebe ya facebookê jê bigirim û li vir binivîsim.. di nav pirtûkê de helbesta ku zêdeya zêde kêfa min jê re hatî û dilê min lê rûniştî jî ev e..



7.777.777 *



''reng:

li xirbeyekî xewle,

di nêrînên cahşikeke cindî de min velîstiye

ma kî pê zane

çavên xwe û çermê xwe min ji qefesa te ye bûkaniyê re hiştiye, ji dêvla morîk û hirbiyên te

dixurînim birînên xwe bi bîranînên xwe



roj:

hişê min pelîse

devê min avisî gotinên beravêtî

erê; tu erbaneyeke bicizbêketî yî

erê; tu ribabeke ji êgir î

lê tu nikarî ewqas stranên ji dil hilgirî

tu nikarî...



huner:

temberiya min talankirî

li hêviya hêviyên kurmancî me

ka

dirêjî min bike ew gulîkên xwe,

di xêzikeke filehan de asê mame

ma kî zane



kişwer:

ecacokeke emeliyatkirî rabûye,

li kulîna kevaniya gulî-ba

dixwaze

li hilobiyên bitr

guhdarî bike

delala dobelana



prematurê:

û ferşikê

berxikê

xewsivik

meyand

mexzena xeyala

here û ji wan re bêje



noteyên muzîkê:

zikê ewran li ber devên wan

bayekî beradayî xwe li newqa te badaye

di baranê de bêhna pezê şil tê ji himbêza te

li ser kulavê biharê

dixurînim birînên xwe bi bîranînên xwe

û her ku diçe barê min girantir dibe



qatên ezmên:

dendika demê derizî

şevbuhêrkên cewrik direyin li dû salnameyên seridî

tu katjimêr ne ewqas mêr e, ku emrê te bihejmêre

here ji wan re bêje, bera herin ji wê re bêjin

emrê!..

tariksela ye!



* Ev helbest, di sala 2001'ê de di kovara Utopya'yê hejmara 4'an de weşiyaye...



25.08.2013 00:18 | endazer

2. xuya ye ku rênas (tu rênas î, di çiyayên enternasyonel têk de dinasî, ya ku ez dikim bila bimirim, bimirim, bimirim...) bi diêşiya ve hinek ji helbestê dûr ketiye. rênas ne ew rê(ne)nas e ku helbesteke weke "marka", "helbest-matîk" binivîse. an jî hêvî jê zehf bû, lê belê xuyaye ku rênas xwestiye helbestên xwe yên li erd merdan belawele bûyî, vey de. ne beşa welêt be nexwe herdu beşên din (evîn, huner) ne ewqas rênasans in. lê sirûda kurdistanê hêja ye ku zarokên kurd tev de vê helbestê ji ber bikin.



21.10.2013 19:09 | zero

3. Ji bilî çend helbestên wî ev pirtûka wî ne çê ye.

rênas jiyan jî daye pey kafiyeyan,lê nayê ev yek.



22.10.2013 14:00 | gulan

4. bi rastî jî diêşîne têde helbestên pirr xweş hebûn min çend roj berê girt û di nîvê şevê de min vekir û min qedand armanca min qedandin nebûn jixwe xewa min dihatin ji bo xwendina çend helbestên destpêkê min girt destê xwe lê nema min berda heta dawiyê ez çûm kitab ji 3 beş pêk tê evîn huner û welat.. tenê beşa huner ne xweş bûn



10.12.2013 04:22 | ferhenga şikestî

5. tişta ku êş jê tê, diêşe, jan jê diçe, dişewite, an jî dilşikestî û navê pirtûka helbestan a rênas jiyan e.



27.06.2014 18:31 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diêşiya

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî