Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
dekalog - tirşik

10 beş fîlmên kurt di derbarê 10 fermanên Emrên Mezin. Têkiliya fîlman û fermanan carinan sist û bi riyek dûv û dirêj be jî nirxandina van ferman bi awayek hunerî, felsefî û serkeftî hatiye kirin. ...
(0 şîrove)
dekalog
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. kurte-rêzefîlmeke krzysztof kieslowski ye. di sala 1989an de hatiye kişandin. ji 10 beşan pêk tê û her beşek li ser fermaneke ji deh fermanan e. ji bo qenala dewleta polonyayê hatiye kişandin. mûzîkên fîlmê ji aliyê zbigniew preisner ve hatine çêkirin. her beşeke rêzefîlmê nêzikî saetekê dom dike. lê beşên 5emîn û 6emîn hinek (bi qasê 25 deqe) hatine dirêjkirin û bi vî awayî bûne fîlmên serbixwe;

(bnr: li ser kuştinê fîlmek kurt) / (bnr: a short film about killing)

(bnr: li ser evînê fîlmek kurt) / (bnr: a short film about love)



hemû beşên fîlmê li heman avahiyan derbas dibe. li sîteyek ku ji çend apartmanên mezin û sik pêk tê... li varşovayê...

her wisa dîsa di hemû beşan de zilamek heye ku teqez herî kêm carekê xuya dike lê kes nizane çi gû ye. (me got gû lê heye ku melayket be jî)



vê navberê de em deh fermanan jî li vir binivîsin;

1- ji xeynî min wê îlahê te tune be

2- tu wê ji xwe re qet sûretên putan çênekî û perestina ji bo wan nekî.

3- tu wê navê xwedê beredayî hilnedî

4- tu wê 6 rojan bixebitî û roja yekşemê wî bi bîr bînî.

5- tu wê rêzê ji bo dê û bavê xwe bigirî

6- tu wê nekujî

7- tu wê zîna nekî

8- tu wê nedizî

9- tu wê li dijî cîranên xwe şahîdiya derewîn nekî

10- tu wê çav bernedî malê cîranê xwe (jina wî, malê wî, koleyên wî, kerê wî û hwd.)





mirov bi hêsanî nikare têkiliya beşên fîlmê bi van fermanan re bike. hinek ji wan gelek berbiçav e lê hinek jê jî gelek bêeleqe xuya dikin.



kieslowski, hewl daye ku nîşan bide ka ev seh ferman di jiyana îroyîn ya modern de çawa dikarin derkevin pçşberî me. beşên fîlmê, nêrîna kieslowski ya ji bo van deh fermanan nîşan dide. loma carina ji mijarê gelek dûr dikeve.



berî salekê min her roj beşek jê temaşe kiribû û bi saya rêzefîlmê deh rojên min bi heyecanek derbas bûbû. hinek ji beşan, bi rastî jî gelek xweş bûn.

dixwazim ji nû ve û dîsa temaşe bikim û li ser her beşeke wê li vir şîroveyan bikim.



18.03.2014 21:41 | simurg56

2. dekalog rêze-fîlm e. ne rêzefîlm û fîlm e. cure dibe çi ez jî nizanim. fîlm piçekî bi hev re girêdayîne hin serleheng di fîlma din wek lehengekî/ê ne.ji xwe lehengek di hemû fîlman de di sahneyekê an di çend sahneyan xuya dibe. û weke wî şîr jî heye. di her beşê de xuya dibe..



senaryoya fîlman gelek xweş in, lîstikvan jî xweş dilîzin. lê weke li jor gotî mijar ne zelal e. her beş li ser fermanekê tenê nasekine û heta meriv carinan dikare bibêje elaqeya wê beşê bi wê fermanê tuneye jî.



fîlm hêjayî temaşekirinê ne. dema we dît netirsin, temaşe bikin *



18.09.2016 01:55 ~23:25 | berxweda

3. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
2 beşên vê rêze-fîlmê wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve, li kurdî hat wergerandin.

hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 74.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

Here lînkê


têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin.
ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be.
Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin.

têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142



30.04.2020 18:26 ~2020.05.16 20:59 | simurg56

4. beşa sêyemîn jî dîsa wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê berxweda ve hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ya vê beşê ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

fragmana rêzefîlmê:

têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin]
têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



26.12.2020 13:00 ~13:01 | simurg56

5. (bnr: deh ferman)



01.02.2021 19:33 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dekalog

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî