Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
danû - tirşik
danû
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dema ku ji genim savar tê çêkirin genim di serî de tê kelandin. ji wî halê genimê kelandî re danû tê gotin.

wek edetekê rûniştî kesê ku danû çêdikir kî bixwaze sîniyek danû dida wan. wan kesan jî hinek rûn û hinek xwê lê dikir bi kêfxweşî dihate xwarin.

hûn jî biceribînin*



13.05.2014 01:34 | renas

2. me jê re danî digot û min zeh û zehf bêriyê kiriye*

piştî paleyiyê, li hewşê sacên dirêj li ser tifikan dihatin damezrandin û genim dihat kelandin. ta'ma danî û rûnê hişk gelek xweş bî, yanî wextê pişTî paleyiyê ji me zarokan re wek festîvalek Bî.



13.05.2014 02:03 | kevçiyê dil

3. me hinek genim aniye û em é van rojan çékin kerem bikin piştî tirşiké em bi hev re bixwin



13.05.2014 02:09 | renas

4. ji ber ku 'ruşeym'a genim ( ferheng bo ruşeymê embrîyo, goştpere gotiye lê dive navekî vê hebe) hê di nav de bo vê danû xweş in..

dema ku genim dikin ard bi piranî 'ruşeym'a genim dikeve nava kapeke..hîn dibêjin nanê kapekê bo vê ji nanê erd zedetir bo tendirûstiyê baştir e.. hwd..



13.05.2014 02:28 | havka

5. xwarinek din jî ya genim hebî ez wê jî binivîsim*

dîsa me zarokan liqatên genim diavêtin ser êgir û libên genimê biraştî dixwar*



13.05.2014 02:34 | kevçiyê dil

6. bijêrîk, bijirik an bijêrik dibêjin genimê ku li ser êr biraştî an qelandî re..



13.05.2014 02:45 | havka

7. Bizina kol elimiya danûyên şor



12.12.2014 20:25 | cîncoqo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» danûpaş

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî