1. romaneka nivîskarê navdar ê kolobiyayî, gabriel garcía márquezÎ ye.. nivîskar bi vê romana xwe di sala 1982an de xelata nobêlê ya edebiyatê wergirtiye, li tirkî wek kırmızı pazartesi (duşma sor) û li kurmancî jî ji aliyê ciwanmerd kulek ve wek serencama mirinekê hatiye wergerandin.. |
|
09.04.2014 23:50 |
endazer
|
2. romaneke balkêş, çîroka xwe ji serpêhatiyeka rastîn ku nivîskar bÛye şahid, distîne. nivîskar di destpêka pirtÛkê de dibêje bê ka dawiyê wê çi bibe lê dîsa jî mirov bi mereqa xwe nikare, pirtûkê dibe heta serî. serlehenegê romanê ji ber bêbextiya jinekî ku dizewice û şefa zîfafê derdikeve ku berê berî mêrê xwe ketiye berê yekî din anku ne keç e, zava jinikê li malbata wê dizivirrîne, jinik jî navê kesê ku di rastiyê de ketiye berê wî de nade navê santiago nasar, serlehengê romanê dide, û santiagoyê bextreş bêyî ku haya wî ji felekê hebe ji aliyê herdu birayên jinikê ve tê kuştin. |
|
27.12.2019 22:49 ~22:50 |
endazer
|
sondên kurdî [3] |
|
umit ozdag [3] |
|
harûn elkî [3] |
|
xwekujî [2] |
|
tirşik forûm [1] |