Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 31 peyam
cin - tirşik
cin
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. jîndar û giyandarên ku li gorî bawerî û rîwayetan hene lê bi serê çavên benî ademan nayên dîtin.. di kurdî de nizanim ne j ber rêz û hurmetê ne ji ber tirsê ji wan re yên ji me çêtir jÎ tê gotin..

wextekî di civatekî mesele hat ser cinan yê ku behsa cinan dikir got ji me çêtir, mamê min ê henekçî jî rahişt peyvê li nav guhê feqîro da, go ji te û heft bavê te çêtir in, çiya wan ji me çêtir e.. filan..



(bnr: eyda cinan)



18.03.2014 01:36 | endazer

2. belkî kes bawer neke lê duh min tam ev mijar vekir peyama xwe lêkir û hê deqîqeyek di ser re nebihurî li malê ceyran çû û înternet qut bû û ligel ku jeneratora sîteyê heye, jenerator jî neket dewrê de.. ez dibêjim qey dema ku dîtin efsûna jimeçêtirbûna wan şikestin xwar aciz bûn û çûn ceyrana malê qutkirin..

û îro jî ez ji malê derketim hatim cem sekingehê çi bibînim hem baran dipeşkîne û hem jî tav diteyîsîne..



(bnr: eyda cinan)



18.03.2014 17:02 | endazer

3. di qûna wan im. cinÊ tirek ji te ra ban dikim. eger hebÎ min bibÎhÎze û min ziyaret bike.



18.03.2014 17:07 | hun çawane heval:)))))))

4. +baweriya te bi cina heye ?

-na nîne lê wextê tên me ziyaret dikin ez pir dilşad dibim*



18.03.2014 17:23 | kevçiyê dil

5. hebûnên ku tirk jî weke kurdan ji bilêvkirina nav wan ditirsin û jê re dibêjin "üç harfliler". yanî "yên bi sê tîpan"

hebûn an jî nebûna wan çima ji mirovan re evqas bûye derd, nizanim. lawo, tu wan nabînî, wan nabihîsî û hîs nakî. hebe ji te re çi ye, nebe çi ye?



(bnr: labîrenta cinan)



18.03.2014 20:40 | simurg56

6. hûn wisa derheqê yên ji me çêtir bikin.niha bû şev ew ên tiliyên xwe di çavê we ra bikin...



18.03.2014 20:56 | newenda

7. rÎvayet eve kÎ nigÊ wan berepaş, çawÊ wan keskin. anha, kala wan kirim hep kÎ cinÊ keçika zahf xweşik runişt ser çoka min u min hez bike, min hembez bike ÎnsanÊ bÊ tirs got. mirovÊn ji wan na tirsin, zahf hez dikin.



18.03.2014 22:07 | hun çawane heval:)))))))

8. ecêb e lê heta niha min kî dîtibe û kî nas kiribe, wextekî pÎrika wan ji aliyê cinan ve hatiye revandin, paşê li gorî rîwayetan ev pÎrika tiberik dibe pÎrika jina mîrê cinan û piştî zayînê jî wek perû torbeyeke tijî qaşilên pîvazan didin pîrê û ji pîrê re dibêjin nebe ku heta tu bigihî malê, tu deriyê vî torbeyî vekî, pîrê jî di rê de bi mereqa xwe nikare û di nîvê rê de devê torbeyî vedike û çi bibîne torbeyek tijî qaşilên pîvazên hişk, pîrê qaşilên pîvazan di rê de dirijîne û tê ji nefsên malê re çîroka xwe ya revandinê dibêje, ji nav nefsên malê yekî dinyadîtî dibêje keçê bêaqilê çawa tu têyî malê ew qaşilên pîvazan hemû dibin zêr, keçê kezîkurê te çima avêtin, pÎrê diçe torbeyê xwe saxtî dike çi bibîne du sê lib zêr di binê torbeyî de mane hema bi dest xwe re dikeve ser rê diçe cihê ku qaşilên pîvazan lê avêtibûn, lê heta digihije wir cinan qaşilên xwe vedane û birine.. yanî di her civateka ku lê behsa cinan tê kirin miheqeq yek di serlehengiya pîrika xwe de vê çîrokê dibêje..



18.03.2014 22:56 | endazer

9. li gundê me merivek hebû jê re "cinno" digotin.. li gorî gotinan careke bi derziyan du cin girtiye.. li ser cinan gelek çîrok digotin lê anha hema nema..çîrokên cinan jî mîna kevîrê sîndirê ber bi pêla modernîzmê ket, bi bajarîbûne ve qet nebe li pir deran edî mîna berê nayê qalkirin..

yek jî dema yek pir hêrs bû cin hatin serê wî dibêjin..cin hat serê min an ez pir hêrs bûm..



28.07.2014 00:10 | havka

10. do min mûm vêxist û di tariyê de rûnişt. hevala min li min geriya û got, tu çawa yî çi dikî. kêfa min ji atmosfera odeyê dihat ku min jê re got. lê emirneqûtê got, vemirîne, nebêje çima, vemirîne. min got, ji ber cinan tu dibêjî ne wiha, got, wa tu dizanî. her wiha, nîha kêfa min. *



12.08.2018 00:27 | biruya hayao miyazaki

11. Atom û pitrik û pariyên atomêne daîm xwedê tesbîh dikin yên tesbîh nakin jî dolar û euroyên wan zêde dibin û helaq dibin *



12.08.2018 15:04 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» cinavk

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî