Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bûtîmar - tirşik
bûtîmar
(26) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. her çiqas qeyda xwe zûdaye kiribe jî, yek ji nivîskarên nû yên tirşikê ye. van rojan pir çalak e û bi rastî jêhatîye jî. ser çavan hatiye, xwedê bike domdar be.



01.04.2016 12:54 | nazim tolhildan

2. ev tirşikvan, silav û rêz û spasîyê xwe pêşkeşê we dike. serçav neêşin *

ji xwe zaten armanca wî ewe ku domdar be. ewî ven der gellek hez kirîye.

şiroveyên wî da peyvên herîmkî (serhedî) jî ji ber rengînîya serhedê ne *





01.04.2016 21:44 ~21:45 | bûtîmar

3. xweş e baş e qenc e lê qet formatê nizane yaw, bila ji kerema xwe re hînî formatê bibe, wê baştir be



01.04.2016 22:42 | ferhenga şikestî

4. Nivîskarekî zarşêrîn e. Mala bavê keçikên (ev peyv çi bû gelo ) şewitî îda. (: Li gorî min kinerêya dil, di 4. Interkostal re derbas dibe ; Li gorî wî di 3 peyvên efsûnî re derbas dibe.



xwidê jê razî be



17.04.2016 17:32 ~17:50 | gumgumok

5. tirşikvanekî nizam çakî ye. *
van rojan zehv dicemide û hewl daye ku li ser sermaya serhedê hekbestekî binvîsîne lê deh cara nivîsên xwe qelaştiyê û avêtiye.

û dêna xwe dayê ku ti kes di bin mijara navê wî de zûda tiştek nenvîsiye, bixwe bixwe vê mijarê de aniha peyam dinivîse.

ew jî nizane ku derdê wî çi ye *



31.01.2017 23:34 | bûtîmar

6. birangê delal bi straneke li ser bi xêr hatina Kurdistana pîroz hatiye gotin ji min ra silavek şandiye û di van rojên ji bo min di nav dilşadiyê da derbas dibin da min hêjî dilşad kiriye.
silavên germ ji te ra



07.04.2017 03:39 | xeteraqirêj

7. nizanim ji kû ye lê mamosteyekê min heye ji agiriyê ye, mamosteyê min ê dibistana seretayî yê pola yekê ye, hê jî silava me li ser hevdu heye, kengî peyamên hozan serhad dixwînim wekê ku ew bi min re diaxive. heman devok û şêweyê axaftinê dibêjim axaftin ji ber ku hozan serhad serhedî çawa diaxivin wisa dinivîse. taybetiya herî kifş û berbiçav (karakterîstîk) ya vê axatinê jî bikarneanîna dîftongê ye. xwe dibe xa, xwudê dibe xuda û yek jî zehf dibe zehv ;)
shorbevan bi devoka farqînê dinivîsand, vêca çiyeee bi devoka behdÎnî/hekarî û hozan serhad jî bi devoka serhedê dinivîse. xwezî yekî jî bi devoka cizîrê bi taybet ya bajaryan binivîsa ;)



07.05.2017 03:44 | endazer

8. tirsik.net ji melankolîya behecî. *

serhedî ye.
her cara tê tirsik.net'ê de xwe tenê dibîne, dikeve nav behra kul û derda. hema ji 4 peyama 3 behsa tenêtîya xwe ya di tirşikê de dike.
hawar hawar! tu ne tenê yî. ev der mala herkesî ye. dema tên dixwazin û dinivîsin.
bêhna xwe fireh bike. serhedyo *



20.08.2017 00:45 | xendekî

9. ji çar peyaman ne sisê, ji çar peyaman de her çar peyaman da jî behsa tenêtiya xwe dike ;)
Lê yê idî îro şûn da bêhnfireh be înşela : )

û melankolîyê hez dike erê, ji ber ku dike nake nikare herdû lingên xwe hev ra têxe tûrikê jiyanê..
pîyekî xwe dixê, yê dinê derva dimîne *



20.08.2017 23:34 | bûtîmar

10. Çendek e ji dûr ve tirşikê dişopînim camêr her tim li vir e qet naçe * Helal bi jê re *



08.09.2017 00:48 | biaqila malê

11. Nivîskarê xwediyê rojniviskeka bi kêf e.
Here lînkê



13.10.2017 17:54 | elaziz izzetpasa camii

12. tirşikvanê ku avatara xwe guhertiye lê nizanim ka haya wî jê heye; niha avatara wî û ya azadixwaz bûn yek.



22.10.2017 21:21 | simurg56

13. van roja dîno mîno bûye.
dixaze bela xwe li her kesî xe.
qarşê nebin *



01.12.2017 03:26 | bûtîmar

14. Serhediyé me ye. Zehf ji hozan serhed hez dike. Xortekî jîr û jehatî ye.



01.12.2017 19:00 | hêvî

15. Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan binivîse.



16.04.2019 08:45 ~08:46 | cinorek

16. (bnr: xweza)



16.04.2019 21:20 | brzn

17. Tirşikvanê ku carê hew ew halê min dipirse *



01.05.2019 02:10 | biaqila malê

18. Tirşikvanê ku xuya nake ka çûye li ku derê? Herî dawî 12 rojan berê têketinê kiriye.



01.12.2019 02:39 | biaqila malê

19. neçûye ti cîyî * bes hinekî zêde mijûl e lê ti car tirşîkê bîr nake. Ji ber ku tirsik.net dilêşiya wî a pêşîn e *



01.12.2019 12:17 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûtîmar

Kategoriyên mijarê:: tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî