Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bêbavî - tirşik
bêbavî | 2015
Nivîskar: şêxo fîlîk | kurdî | çîrok | 72 rûpel

Bêbavî ji serî heta dawiyê meriv dikêşe nava xwe û mereqê li meriv bilind dike ka ew ê bibe çi. Heta dawiyê jî bi xwendina xwe xweş e... Fînal tune û ...
bêbavî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbet ne çîroknûsekî xirab e, lê ji serî heya dawiyê di hemî çîrokan de rastî heman dengê hatim, mirov digot qey heman kes e di van hemî çîrokan de qiset dike. yek ev e ez aciz kirime. a din jî, terza wî bi kar anî di serî de xweşa min çû, tehma rhizomatic û tam nebe jî stream of consciousness dida, min hingê got wa rastî çîroknûsekî zehf balkêş hatim... lê bi demê re ev terz cîhê xwe da aciziyê hem bi dubarekirinan, bi yeknesanbûnê, û rê neda em tebîeta qerekterên çîrokan jî baş nas bikin...

mijara sereke di gişan de aciziya takakesî ji endamên malbatê (dê, bav, bûk, xweh û hwd) bû. ev yek di wêjeya kurmancî ya hemdem de cihê şanaziyê, çiku gelek kesê bi nivîsê re qeleqedar bala xwe bêhtir didine tiştên komî, tu bêjî qey hemî kurd di heman egirê de dişewitin, û tiştên şexsî, êş û şadiyên takakesî hîç bala me nakişîne...

şixûlandina îdyom û biwêjan gelek serketî bû, lê di afirandina berhemên edebî de hevoksazî, zimanekî temîz, û mijarên cihê wê her tim piştî formê bên. form jî tevî awayî gotinê, çawanîna vegotinê re bi ser dikeve. Helbet şixulandina associations, çaxrişima baş e lê divê rêkûpekiyek jî di nav hev de hebe, binêr virginia woolf her çendî di vê forma stream de şareza bû jî her gav paşxaneyek tije, kûr, vegotineke ligel bûyerên şênber roman û çîrokên xwe radixist ber çavê me.



10.02.2019 15:30 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bêbavî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje weje pirtuk niviskarweje weje pirtuk niviskarweje weje pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî