Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
bombala - tirşik
bombala
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1.


Bê şirove.
Klîb û strana şivan perwer.



14.12.2019 23:38 ~23:39 | cinorek

2. mîna strana wî ya bi îngîlîzî, hîç nebûye û pêdivî pê tunebû.
(bnr: strana bi îngîlîzî ya şivan perwer)

divê zû dev ji van kar û barên bi zimanên bîyanî û bi şêweyên ne li gorî xwe, berde û vegera formên xwe yên berê.



15.12.2019 13:01 | simurg56

3. strana ku Şivan perwer xwe pê hetikandiye



15.12.2019 14:00 | gulêê

4. min bi xwe fêdî kir ku heta dawî temaşe bikim. Ez bawer im ez ê heta dawiya emrê xwe jî temaşe nekim. tiştên wiha hene di jiyana min de. mesela eger hevalekî tiştekî xerab kiribe ku ez xwe nêzîk dibînim (ne ku xwe nêzîkî şivan dibînim), ez bi xwe li ser navê wî/wê fêdî dikim û tehemil nakim ku temaşe bikim. jixwe min ji zûda va dev şivan berdabû. herî dawî min 2008an da hemû stranên wî guhdarî kirin û pey ra min dev jê berda. nîzamettîn arîç di van waran da zêdetir profesyonel tevdigere. û ez heyranê şehramê delal im, her wî hez dikim û ji helwesta wî hez dikim. hunermendên xelkê berî ku klîbekî biweşînin bi kadroyeke mezin va tevdigerin. ê me yê "efsanewî" çend montaj-sontajan hem jî bi zimanê tirkî dest bi xerakirina "rabirdûya xwe ya hunermendiyê" dike. heyf.



15.12.2019 19:39 | serhednişîn

5. her ku dibêjim ji vê bêtir wekê din wê çawa xwe bihetikîne, şivan rêyeke din vedike û bêtir serê min dixe ber min. sûc ji şivan bêtir yê wan kesên li dora şivan e ku negotine şivan ev çi halê te ye? çi heqê te li te heye karÎyera xwe ya sîh salan di avê de berdî? rûdaw ku xwe wekê medyayekî profesyonel nimayîş dike çûye bûye sponsor, min çav lê gerand gelek kesên şirove nivîsÎne di bin klÎbê de, pesnê şivan û stranê dane. pkk mafdar bûye ku berê xwe ji dewletbûnê dagerîne, bi vî miletî, bi van stranbêj û hunermend û rewşenbîr û medyakaran ne dewlet mirov nikare gundekî ava bike, ji xwe yên ava bûne jî em dibînin ku ne bi xêra dewletên ewropî û emrîkayê bûya -ji xwe bi xêra wan ava bÛye kurdan her çi statÛ hebe- niha sê çar caran ji nav çûbûn.



15.12.2019 22:01 | ma min çi ji kê kiriye?

6. Ev yek ciwan Haco du.
Her du jî divê deh sal berê dev ji derxistina albûm û stranan berdabana.
Jixwe eger tu albûmên kevn ên ev her du hunermendan bidî li ser hêv hêjayî ji hemî albûmên dî yên hunermendên kurdan in.
Yek çû bi Îbo re detone bû yek çû bi hulyaya qûnbigû re dueteke nekêrpênçqirûş kir.



15.12.2019 22:08 | ferhenga şikestî

7. muzîka xwedê bikira min qet nebîhista.

şivan ji xwe xwar bi vê stranê. piçekî li cihê xwe rûnê, xwe giran bike wê him ji wî re him ji me re baştir be.



16.12.2019 00:37 | berxweda

8. Peyama dixwaze bide fehm dikim lê stran rezîltayî ye.A min qehir dike bi tirkî gotîye ku dewlata tirk bila me baş fehm bike.Ma tu nizanî dewlata hemberî te dewlatekê çawa ye?Kesê ku nû bibîne ê bêje dewlata tirk Fînlandîya ye !



16.12.2019 01:53 | mêrxasê serhedê

9. Willahî min nekarî ez vîdeo heta dûmahîkê temaşe bikim. Şiwan xwe hetikandîye. Nizanim bi kîjan aqilê van karan dikin. Hêjta hunermend û sîyasetmedarên kurd hîvya merhameta tirkên bênamûsin. Ji her tiştî zêdetir ev dilê mirov diêşîne.



16.12.2019 20:25 | azad30

10. Rûyê min tirş û tal bû. Çavê min wekî çavê japonan guherî, dev vekirîmayî min temaşê klîbê dikir. Ji bo ku zû biqede min serbiser pêl vîdeo kir. ha ev strana şivan ha ev şivan Here lînkê



16.12.2019 23:33 ~23:34 | kajav

11. Dema min ev peyv li aliyê çepê yê tirşikê dît bi navê xwedê min ji xwe re digot e " herhal ev peyvek Îspanyolî an jî portekîzî ye"
Dema min peyv tikand û li peyaman nêrî nû haya min jê çêbû ku navê straneka şivan perwer e.



17.12.2019 01:09 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» bombala

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî