Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bodrum - tirşik
bodrum
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navçeya girêdayî bajarê muğla ye. Yek ji cihên herî tûristîk li tirkiyê ye. Lê pêşveçûyîna xurt nêzî 15-20 sal berî niha destpê kiriye, berî wê navçeyên muğlayê yên din (marmaris, fethiye, datça, dalaman) alî tûrîzmê pêşveçûyî bûne paşê bodrûm hêdî hêdi nav û dengê xwe daye bihîstandin û pêşveçûnekî xurt nîşan daye. Ev pêşveçûn, sektora înşaatê pêş xistiye. Ger tirkiyê cihekî de karê înşaatê derkeve karkerên wê derî wek her deman dîsa bûne kurd. Li bodrumê Nav 30 salên dawî de derbanek tunne ku xwehdana kurdekî tev xercê înşaata wê nebûbe. Xeynî kurda, bajarên din ji -taybetî herêma karadenizê- jî karker hatine lê hejmara kurda gorî wana zêde zêde ye. Karker pêşiyê hatine vir xerîbiyê lê paşê malê xwe barkirine li wir cih bûne lê yên niha jî diçin xerîbiyê gelek in. Li wir, Bi yên cih bûyî û yên diçin xerîbiyê ve niha ji gelheyê her 5-6 kesan yek kurd e. Salên 1990 an de karkeran gelek hejarî dîtine, şert û mercên dijwar de xebitî ne. Niha jî hinek şertên dijwar nema ne lê hinek hê jî didomin (bê sîgorta xebat, yên diçin xeribiyê cih û rewşên nebaş de dimînin, rojê 12 saet xebat hwd.). Lê hinek karkerên çûyî wir jî rewşa xwe pêşve birine, bûne muteahhît, taşeron û karên mezin pêk dînin. Lê ew kesên rewşa xwe xweş kirî jî niha karkerên bin destê xwe şertên xirab de (yên her tim heyî) dixebitîne. Wek li vir tê dîtin Carek din jî diyar dibe ku ger sîstem neguhire mirov çiqas biguhirin jî fêyde nake.
Wekî din karmendên kurd jî nêzî 10-12 sale li wir pêk hatine. Bar û mekanên luks vekirine û piçekî alikî wanê nelirê heye.
Hewqas kesên xerib li bodrumê bicih bûne êdî xwecihên bodrumê zehf hindik mane. Ev tişt û zêdebûna gelheya kurda, ketiye pêşiya nijadperestiyê. Navçeya fethiye da gelheya kurda hindik e û gelheya xwecihê wir zêde ye ji ber vê yekê salê 4-5 cara agahî tên ku li fethiyeyê nijadperestan êrîşê kurda kiriye. Helbet bodrumê jî êrîşên biçûk heta niha çêbûne û gotinên nijadperest hatine gotin lê tu car êrîşên mezin dijî kurda çênebûye. Ji ber ku kurd li wir her komê xurttir in. Her çiqas li wir bîrdoza nasyonalîst serdest be jî kesên çepgir jî hene. Piraniya raser sekûler e.



25.01.2023 00:59 ~2023.06.29 11:48 | pêşewa

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bodrum

Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî