Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bihar - tirşik
bihar
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vê taliyê demsala xweştirîn a li ber dilê min e. ji sirrûseqema zivistanê û ewrawiyê pirr bêzar bibûm. bi hatina biharê re xemên li dilê min civiyabûn tev fîrrîn û çûn. li malê hilnayêm, dixwazim bistrêm, bibêjim, bigerim, bireqisim...



08.03.2020 13:31 | xeyda

2. Di nav demsalan de ya herî jê hez dikim, duyemîn payîz e. Kesekî wek min ku di dojeha mêrdînê de didijî qet ji havîna hez nake, ya rastî havînê mêrdînê. Ji bo çileyê notr im *

Îsal ji ber kêmasiya barana îsal bê bihar mam e.
Gelo wê Bihar rojekê bê?



26.02.2023 15:36 | merwano

3. Xweş demsal e û herwisa navekî pirr xweş e. Bi xwe re oxir û sûdê tîne, hêvî dikim li me her bihar be. Em bê bihar ne mînin, bihar her me bipirse û ji bîr neke.



26.02.2023 22:31 | bayê xerbî

4. Demsala ku ev çend sal me hatina û nehatina wê ji hevdu dernedixist.

Lê îsal bi têr barîna baranê re me heta xwîna di demarên xwe de hîs kir ku bihar hatîye. Mala Xudê ava ji bo ku îsal bihar wek xwe bû. Hêvî dikim hertim wiha be êdî.



28.04.2023 22:43 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bihar hatîye gundê me sor û zer bûye çiyayê me

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî