1. ev ê fîlmê di gîşeyê(kurdiya wê çi ye, nizanim!) de rekor şikand. ev fîlm şerê di navbera xwezayê û teknolojiya insanan de vedibêje. lê rexneyel heye ku rexnegir dibêjin erê şerê di navbera xwezayê û teknolojiya insanan de ye lê yê ku xwezayê xilas dike ango pêşengê xwezayê çima yek ji wan insanên ku ji nav wê tekbolojiyê hatiye, ye. lê ji aliyê teknîkî ve fîlmek bêhempa ye. îro biryar nûçeya wê derket ku di nûçeyê tê gotin wê dewama avatarê sê fîlmên nû bê kişandin. mesrefa van fîlman jî mîlyar dolarek e. |
|
30.06.2014 18:20 |
xendekî
|
2. fîlma ku min berî çend salan li kurdî wergerandibû; |
|
30.06.2014 18:48 |
simurg56
|
3. rêzefilmeke karton e ku bawerim ji çar sezonan pêk dihat û şerê navbera mirovên hewayê û yên agir vedibêje. hinekî kevn e, min beriya 6 salan guhdarî kiribu. bila kes hêviyên xwe mezin neke lê weke rêzefilmeke macerayî dikare bê guhdarî kirin. |
|
30.06.2014 20:56 |
azadixwaz
|
5. bi qasê zanim eslê xwe de di mîtolojiyê de ji bo ew laşê ku dema xwedê tê ser rûyê erdê, li xwe dike û pê xwe dide nîşandan. gelo min vê agahiyê ji fîlma wê standibû? belkî... |
|
30.06.2014 22:43 |
simurg56
|
çîrokên tirsank ên kurdî [1] |
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |