Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
audacity - tirşik
audacity
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bernameyek gelek serkeftî ye ji bo dengan.

di gelek fîlmên ku tê de sahneyên guhdarkirina telefonan an jî analîzkirina daneyên dîjîtal hene, de piranî dîmena vê bernameyê vekirî ye.

li ger evqas serkeftîbûna xwe, belaş e û bi çavkaniya azad e.



min heta niha ji bo gelek tiştan bi kar aniye û her tim li ser komputera min sazkirî ye.

weke mînak; guhertina formata dengan, ji dengan rakirina xîreciran, bilindkirina dengê stranan, li hev zêdekirin an jî qutkirina dengan, bi mîkrofona komputerê tomarkirina dengan û hwd.

heta berî 4 salan min ji bo "ji dengê rakirina xîreciran" vîdyoya wê jî amade kiribû;







min îro jî ji bo tomarkirina dengê komputerê bixwe jî, bi kar anî. dema mirov bernameyê veke, di binê bişkojkên "lê bide", "rawestîne" fîlan de vebijêrkek heye, ger mirov ji vir vebijêrka "windows WASAPI" hilbijêre, wê demê wê audacity tenê dengên ku komputera we derdikevin, tomar bike. dengê we û ya derdorê tevlî nabe û loma qeyd gelek net dibe.

bi saya vê yekê mirov dikare her stranî ji malperên weke ttnetmuzik.com.tr fîlan daxe.



25.12.2014 23:39 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» audacity

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî