Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
ambivalans - tirşik
ambivalans
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgehek derûnnasî ye.

hestên ku mirov li alîyek dixwaze; li alîyek din jî naxwaze. yanê herdû hest li navhevin.

wekî girîna mirov a ji kêfxweşî.



18.07.2013 13:59 | berxêres

2. yek ji taybetiyên nexweşiya şîzofrenîyê ye.

wateya wê "ji bo kirina tiştan û daxwaz û hestên xwe de, her dem mayîna nav dubendiyê de" ye.

yanî kesê ambîvalansê de ye, weke mînak dema fikra xwarina sêvê bikeve serê wî/wê, dimîne nav dubendiya xwarin û nexwarinê de û nikare ji vê nakokiyê derkeve.



dema ez weke întorn staja psîkiyatriyê de bûm, pirsa min "10 taybetiyên nexweşên şîzofreniyê" bûn, min hemûyan hejmart lê ji ber ku pirtûka me de qala ambîvalansê nedikir, min behsa wê nekir û ji ber vê yekê xoce pûana kêm dabû min.



18.07.2013 22:00 | simurg56

3. bi rengdêra xwe "ambivalent".. ku te bivê dibe polyvalent jî.. ew halet e gava mirov hem bo dixure hem pê diêshe (demxurê deshimhêshê)..



08.10.2013 00:00 | gordereş

4. tişta ku îro, di ezmûna staja derûnnasiyê de, mamoste ji min pirsiye û min elbet û elbet bersivandiye.



13.05.2014 00:10 | brusk56


6. Tiştê ku Ev du roj e, min xiste stresê. Cihê karê min belkî bê guhertin benda bersivê ne Lê ez nizanim bêjim erê yan na! Alîkê dixwazim biguherînim alîkî naxwazim di vê bêbiryariyê de min hişê xwe xwar! Stres xewa min herimand. Niha meyla min ser guherandinê ye. A bi xêr.



08.01.2022 21:52 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» ambivalans

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî