Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
cegerxwîn - tirşik
cegerxwîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cegerxwin dibeje; ''kurdino! bibin yek! ger hûn nebin yek, hûn e herin yek bi yek''



06.07.2013 16:11 ~2015.03.25 22:56 | silan

2. helbestvanê mezin..



Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cîhanê, ji yanzde xûşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.

Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xusk û birayê xwe maye. kaynak:http://ku.wikipedia.org/wiki/Cegerxw%C3%AEn



18.07.2013 17:26 | berxêres

3. Helbestkarê gewre ku îro li ser navê wî bi milyon lîrayan navenda çandî hatîye avakirin. Hûn nenêrin doh li mala xwe ji birçîna mirîye...

Mirina wî nuha jî trajedîya hemû wêjevan û hunermendên kurd e...



18.07.2013 19:00 | keje bemal

4. Helbestvanê "Gulfiroş"ê



Gulfiroş



Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî

Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî

Gul bi dil didî



Hebû me yek dil tev jan û kul bû,

Ne bûme bawer, gul bi dil bidî

Gul bi dil bidî



Bazar me kir go, ser bi ser nadim,

Ê gulperest bî, can û dil didî

Can û dil didî



Min go kî didî, can û dil bi gul,

Go: ev bazar e, dil bi kul didî

Dil bi kul didî



Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn

Go ho Cegerxwîn dil bi gul didî

Dil bi gul didî



Cegerxwîn( Agir û Pirûsk/ Rpl. 211 wşn. Avesta)



18.07.2013 20:18 | rojgar

5. maro rasterast heqaret li cegerxwîn kiriye, gelek helbestên wî yên bash hene. xwezî kafiyeyê hinekî kêm bikira û bi awayê serbest binivîsiya.



05.08.2013 23:03 | rojgar

6. Zimané biyanî dixwînî çira,

Zimané xwe carek naxwînî bira?

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

çi tişté ku vîtamîn téde heye,

bixwe,ew ji bo te gelek féde ye

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

xulamé neyar e begé ser me ye

hezar sal e rewşa me kurdan we ye

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

tu kurmanciya xwe ji bîra nekî

eger baş nizanî divé zédekî

....seydayé cegerxwîn wisa dibéje...

-------

nÎşe: ji ber ku gelek peyamên wek hev cuda hatibûn nivîsandin, bÛn yek..



16.09.2013 00:45 | doktorodi

7. û didomîne

''min got qêy tu bi zimanî

ma tu bi kurmancî nizanî''



16.09.2013 00:59 | (î) i ya bi kumik

8. seydayÊ cegerxwÎn di gellek helbestÊn xwe de kurdbÛna ristem Û malbata keyanÎyan tÎne zimÊn. seyda di helbestek xwe de wuha dibÊje:



'ka ferÎdÛn, ka direfs, taca keyan li kÛ ye,

ka guhderz Û ka ristem, ka ew meydan li kÛ ye?'



20.09.2013 11:31 | cinorek

9. Li 22. Cotmeh a sal a 1984 da, li bajar ê stocolm e koç barkir û helbesten kurdî sêwî hîstin û dile me di nav êş û jan êda xemgîn ma.



23.10.2013 06:07 | cinorek

10. gora wî li qamışloyê ye.... bi eslê xwe ji hesarê yê hesarê jî girêdayî batmanê ye...



23.10.2013 09:16 | arami

11. Maro, çawa roja ku seydayé cegerxwin bırçi u tené bu ,mılleté kurd ew bı seréxwe hıştın, iro ji tu li diroka wi u tışté jı bo milleté xwe kıriyı neheqiyé dıke. tu dıkarı helbestéN wi neecıbine, lé tu heqé te tunneye ku tu peyvén nexweş lı ser cegerxwin bıke.

kerem bıkın hevalno.



23.10.2013 15:11 | brahim

12. belgefîlmek li ser jîyana wî ji denge wî -Hevpeyvîna dîrokiya Cigerxwîn 1983







03.11.2013 12:01 | diljan

13. ji herema xerzaye..



23.04.2014 15:00 | hemokrates

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cegerxwîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî