Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
nifûsa kurdan - tirşik
nifûsa kurdan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hejmara ku tim û daîm ji aliyê kurdan ve tê manîpulekirin û bêyî delîl û belge hejmarên weke 50, 60, 70 mîlyon li dû hev tên rêzkirin. (gava din min 150 mîlyon jî dît) ev îdîa gava ji hêla ciwan û zarokan ve tên kirin ne hêja ye ku meriv serê xwe pê bêşîne lê carna em van gotinan ji hin kesan jî dibihîzin ku weke rojnameger, lêkolîner an jî siyasetmedar tên nasîn. îro dîsa di vê weşana zindî ya îbrahîm xelîl baran de rastî vê îdîayê hatim û min qrîz derbas kir.


camêr bi devê xwe dibêje eger hun ji min bawer nakin herin li îstatîstîkê "Tuik"ê (türkiye istatistik kurumu) binêrin, hun ê bibînin ku nifûsa kurdan li tirkiyê 35 mîlyon e. jixwe tam jî li gorî îstatîstîkên tuîkê ne mimkun e ku nifûsa kurdan 35 mîlyon be! di vê navê de îstatîstîk li ser daneyên "kutuk"an hatine kirin û meriv dikarê ji wan ewle be. hun dikarin herin vê lînkê û bi makîneyeke hesabê bi destê xwe jî bijmêrin. Here lînkê. De em werin meseleya me, li gorî daneyên tuîkê ku gorî qeydên kutukê hatine berhevkirin, nifûsa kurdan eletexmîn çend mîlyon e? Min nifûsên riha, amed, dîlok, kilîs, semsûr, meletî, elezîz, mereş, sêwas, dêrsim, erzîncan, bîngol, mûş, erzîrom, qers, îdir, agirî, bedlîs, mêrdîn, şirnex, batman, sêrt, hekkarî û wan û her wekî nifûsên wan bi temamî kurd bin hesab kir û hejmar 28 mîlyon derket. ji bîr nekin, min riha û dîlok û meletî û sêwas û mereş û elezîz û erzîrom û qersê fûll wekî kurd hesab kir. jixwe ku vana ji lîsteyê derxî li wir 10 mîlyon namîne jî. îcar hê tê de erebên mêrdînê, sêrtê, amedê, mûşê jî hene. îcar têde azerî û tirk û dadaş û koçerên tirk jî hene. li gor texmînên min nifûsa kurdan li tirkîyê tevî kurmanc û zazayan li dora 15 mîlyonan e. û em yên asîmîlebûyî jî jê derxin dimîne 10 mîlyon. ev texmînên min bûn û dikarim lînkên çend lêkolînan jî li vir deynim lê çiqas biewle ne nizanim lê hejmarên ku danîne bi ya min rast in. Here lînkê
lînkekî din jî Here lînkê û yeke din jî Here lînkê li gorî daneyên joshua projectê li tirkiyê bi kurmanc û zazayan nifûsa kurdan 16 mîlyon e. ji vî 16 mîlyonî jî 7 mîlyon kes êdî nikare bi kurmancî an jî bi zazakî baxive. loma li wir dimîne 9-10 mîlyon. ji vî 9-10 mîlyonê 3-4 mîlyon jî tirşikçî hene, meriv wan jî derbixe li wir dimîne 6-7 mîlyon. axirê hun ji min bipirsin kesên ku meriv ji wan re dikare bibêje kurd 4-5 mîlyon in û ev hejmar ne ji bo avakirina dewletek belkî ji bo sed dewletan jî bes e. nexwe kurd hê jî baş û têr organîze nabin û hê jî li xwe û li zimanê xwe nabin xwedî. Û ez ê qet fehm nekim ka çi dikeve destê wan kesan ku gava xwe berdidin û nifûsa kurdan dikin 70 mîlyon, pê xirûra xwe aş dikin? an jî derdê wan çî ye nizanim. bi rastî jî ku nifûsa me 70 mîlyon bûya û em di vî halî de bûna ji şerman min ê ji kurdbûnê îstîfa bikira. meriv ewqas nifûs hebe û di vî halî de be. neyse mala xwedê ava be ku haya me ji rastiya meseleyê heye û em ber bayê gotinên tiroviro nakevin. cimaeta tirşikê hun jî ber bayê gotinên wisa ji bin ve çirandî nekevin ji kerema xwe re.



22 roj berê 00:08 ~01:25 | ceso

2. Min di vê mijarê de lêkolînek berfireh nekiriye ji xwe mirov bixwaze jî çavkanî kêm in ez dîbêm. Ji ber vê yekê ez hesabekî wisa dikim.

Hdp/dem'ê di hilbijartinên 2023yan de 4,5 milyon deng standin.
Kurdên piştgirî didin akpyê ji hdpê ne zêdetir bin ne kêmtir in yanê ji wir jî 4,5 milyon.
Di nav tîpê de nêvî nêvî= 350-400 hezar
Di nav partiyên din de bila milyonek kes hebe.
Ev tev bi hevdû re djkin 10-11 milyon hilbijêrên kurd.


Nifusa tirkiyeyê 85, nifusa hilbijêran 64 milyon e. Yane nifûsa hilbijêra çi be nifûsa giştî 1,3 qatê wan e. Yanê 10 milyon hilbijêr dibe 13 milyon nifûs, 11 milyon dibe 14,5 milyon nifûs.

Li tirkiyê çi tirşikçî çi kurdînezan herî kêm 14 milyon kurd hene.

li dinê bi giştî çend kurd hene hesabê wê zehmettir e



22 roj berê 12:09 | çaya germ

3. @çaya germ di hesabê te de pir şaşî hene.

Hesabkirina nifûsa kurdan li ser rêjeya dengên Partiya Dem dê pir xelet be. Di hilbijartinên dawî de, bi taybetî Kurdên Elewî û Kurdên li bajarên mezin dijîn, bi giranî dengê xwe dan CHP'ê.

Herwiha kurdên bajarên wekî Meletî, Adiyaman, Elezîz û Erzinganê jî bifikirin. Li van bajaran hejmara Kurdên ku dengên xwe dane MHP’ê ji Kurdên ku dengên xwe dane Dem'ê zêdetir e.

Şaşiya te ya dûyem hijmara zarokên kurdan e. Kurdên ku ne dengdar in ji tirkên ne dengdar pir zêdetir e. Rêjeya dengdaran di nav hemû nifûsê li Tirkiyê derdora %68ê xelkê ye. Lê belkî ev rêje ji bo kurdan derdora %55 e.

Şaşiya te ya sêyem te ew kes hisab nekirine; Yên ku dengdêr in lê deng nadin an jî dengên wan betal in. Bi taybetî li bajarên kurdan boykot pir zêde ye.


Heger hesabek nifûsa kurdan li ser bingehê dengdêran hebe, dê wiha be:

hijmara kurdên dengê xwe dane partiya dem: 4.5x
hijmara kurdên dengê xwe dane ak partiyê: 4.5x
hijmara kurdên dengê xwe dane chpyê: 4.5x
hijmara kurdên dengê xwe dane partiyên din (mhp, refah, Hudapar, û hwd): 2.5x
rêjeya kesên dengên wan betal bûye yan boykot kirine: 2x
rêjeya zarokên kurdan: 45%*(4.5x+4.5x+4.5x+2.5x+2x): ~8.1x

total: kêm û zêde 28.1 mîlyon dike.

Ji xendê wê Divê em behsa kurdên ku bi sedsalan berê li rojavayê Anatolyayê bûne tirk jî bikin. Mînak li serik a antalyayê dema osmaniyan 7-8 gund weke kurd hatine qeyd kirin. Lê îro giştkî bûne tirk. Zarokên germiyan li devera kutahyayê ... Ew çûn ku? Ger em behsa wan jî bikin kesên esîlkurd dibe 35-40 mîlyon.



22 roj berê 12:43 ~15:18 | cinorek

4. Ger rêjeya dengan wek hevdû be partiya demê 4,5 milyon deng standibe chpyê jî 4,5 standiye. Chpyê 12 milyon deng hildaye. Yanê dengên chpyê ji sedî 33 dengên kurdan e. Di nav chpyê de hebûna ewqas kurdî ne pêkan e. Ji ber vê xeletiya pêşî li ber min ne xeletî ye.


Ya zarokên rast e. Ger rêjeya (nifûsa giştî/dengdêr) tirkiyê 1.3 be di nav kurdan de bila 1.6 be. Ew jî dike 16 an 17,6 milyon kes.


Dengên betalbûyî û boykotkirî bi giştî 10 milyon heb in. Em wan jî li gor rêjeyan belav bikin. 2 milyon kes jî ji wir tê. Min vê yekê ji bîr kiriye cinorek, tu rast dibêje.

Bi kurtasî; 18+2=20 milyon kurd dibe ku hebe li tirkiyeyê.

Ji xwe min gotibû herî kêm 14 lê xeletiyên min kirî ez biedilînim dibe nêzî 20 milyon kesî. Min qet texmîn nedikir di navbera 2 saetan de ez ê 6 milyon kurdî zêde bikim ;))



22 roj berê 13:55 | çaya germ

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifûsa kurdistanê
» kurdane

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî