1. ev tişt her tim bala min kişandiye. sedema wê ji hin kesan re xuya ye. lê ti carî ne wekî metoda revînê bû ev baldariya min. çawa tê gotin nizanim lê ev tişt him tiştekî wêrekî û çavsorî ye ku bidin ber, hun dê tune bin û dev ji jiyanê berdidin û him jî gelek watedar e ku merivek çima û çawa dixwaze vê nebûnê û reşahî û valahiyê! êşa beşir fuad wî da xwekujiyê , bêdengiya nilgün marmara wê da himêza mirinê. asoxî em nizanin ka ev meriv, mîna eshaba kehfê di xew re çûne ya na? lê gengaz e em li nav xewnekê ne û piştî şiyarbûnê emê dev ji xwe berdin. her wiha... |
|
05.04.2016 22:13 ~22:15 |
biruya hayao miyazaki
|
2. Ew e kû mirov bi destê xwe , xwe dikujê, jîyana xwe bi biryara xwe diqedînê. |
|
06.04.2016 01:46 |
gumgumok
|
3. (bnr: cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê) |
|
06.04.2016 14:36 |
nazim tolhildan
|
4. li welatên mina koreya başûr û japonî eqtiviteyek popûler e. |
|
06.04.2016 14:58 ~16:35 |
cinorek
|
5. xwekuştin,xwekujî, bi hemdê xwe û bi destê xwe dawî li jiyana xwe anîn. eslê peyvê bi erebî ye, ji erebî ketiye nav farisî, kurdî û tirkî.. koka peyvê n-h-r (dengê h'yê ji qirikê tê xwendin) ye ew jî tê wateya,bi serjêkirinê kuştina heywanekî.. gelek kes wek întîxar an întîhar dinivîse, lê rastnivîsa peyvê întihar e.. bikaranîneka xelet ya vê peyvê jî ''xweîntiharkirin'' e.. |
|
18.06.2016 04:51 ~05:05 |
endazer
|
6. (bnr: xwekujî) + yên du xwe jî kujî |
|
18.06.2016 23:05 |
shorbevan
|
7. (bnr: azadî) |
|
19.06.2016 00:59 ~01:03 |
biruya hayao miyazaki
|
8. di wêjeya kurdî de belkî herî zêde bûbe mijara pirtûka mextel. |
|
19.06.2016 10:53 |
simurg56
|
9. Ji xeynî rastî û çewtiyên wê . Li gorî hin kes an maf e. Ji bo xwe karînê mînakeke herî baş e. |
|
18.09.2017 10:53 |
robar cilo
|
10. Çalkîya ku di encamê de mirov tûne dibe ango jiyana wî bi dawî dibe |
|
09.01.2020 23:10 |
tîrêj zana 21
|
11. Tevgera ku li van salan li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûye. Piştî hêdî hêdî hilweşîna aboriya Tirkiyeyê gelek dê û bav bi hev re vê tevgerê pêk tînin. Her çiqas serokwezîr û hikûmeta Tirkiyeyê bibêje em difirin, em her roj di nav rêza welatên herî pêşketî de cihê xwe garantî dikin jî rewş diyar e. |
|
22.02.2021 22:09 |
yûsiv
|
12. tevgera ku li îzmîtê di 10 rojan de 7 kes pêk anîye. |
|
23.02.2021 01:10 |
heval.js
|
13. Tevgerek wisa xirabeye ku her tim dibêjim xwedê neîne serê tu kesê |
|
23.02.2021 17:04 |
de facto hozan
|
14. Virginia Woolf hat bîramin. Nivîskarek ewqasî ko şîretan li xelkê li ser xwekûjîye dike û rexnê vî tevdigerî dike. Talîya talî, rojekê hêdîka bêrîkê xwe bi keviran tije dike û xwe davêji nav ava çemê û dibi sedema mirina xwe. |
|
23.02.2021 21:40 |
pîroz
|
15. Întihar di navbera jin û mêran de ji aliye sedem, rêbaz, armanc û encamê (bi mirinê dawî bûn) ve cuda dibe. Werin em bi hevdû re binêrin ka mesele çi ye? |
|
26.01.2024 11:26 |
çaya germ
|
16. Xeletiyên ku wekî rast tê xuyakirin: |
|
25 roj berê 10:49 ~10:50 |
horhorik
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
cemile dinçer [2] |
|
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1] |
|
sîdar ferîd [1] |
|
hevalnav [1] |