Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
bext - tirşik
bext
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wateya penahê an penihînê jî heye

eşîra xelikan li îranê pevçûbûn, ji tirkiyê bext xwestîbûn..



09.05.2014 19:02 | havka

2. » şans

» gotin, soz,



30.12.2015 15:40 | shorbevan

3. erê herê. madem ew peyv ket rêzê min bi cidî ferqa (bnr: bedbext) û (bnr: bêbext)ê mereq kir.



zanayek hebe û hişê me zelal û safî bike wê li beheştê bîst û çar fiçiyên şerabê bidinê.



30.12.2015 16:30 | wiha wilo wisa

4. strana rockurdê ya ku gelekî hez dikim e. xwezî gotinên vê stranê jî li înternetê bûya.



04.12.2021 14:43 | heval.js

5. straneka rockurdê ye ko gotinên wê pêde nabin. qasî ko min fam kir min gotinên wê nivîsîn. cîyên ko min fam nekir çi dibêje paldayî hatîne nivîsîn.

so: bes pêm biłê sed biryanim îba ew dunyaye
ku: bes ji min re bibêje ... wê dinyayê

so: hawar xudaye
ku: hawar xwedê

so: xo min jînî wam nebîst
ku: jixwe min jîneka wa nebihîst

so: her dax û hesret her ax hełdekêşî û debînî
ku: her kul û hesret her ax dikşînî û dibînî

so: her bênesîb î
ku: her bênesîb î

so: hîç xoşît le xot nedît
ku: te hîç xweşîyek li xwe nedît

so: lûtkey berzî amanc û hîwa
ku: lûtkeya bilind a armanc û hêvîyan

so: xed nadît
ku: ... be (bawer im dibêje serê wê neyê dîtin, ewqas bilind e)

so: her be xozge û sed birya
ku: her bi xwezîyan (xozge û birya her du jî xwezî ne)

so: bo bextî řeşit bes binałê
ku: bo bextê xwe yê reş bes binale

so: wekû zarokî nexoşî bêşifa
ku: wekî zarokekî nexweş û bêşifa

so: ne kêw ne dîwarî berz (ya rast dibêje çêw, devokên rojhilatî carinan k-yan dikin ç lê ya standard kêw e)
ku: ne çîya ne dîwarê bilind

so: ne hêzî cazebey erz
ku: ne hêza ... ya erdî

so: ger bithewê ser kewî pêşit nagrin
ku: ger tu bixwazî ser bikevî pêşîya te nagirin

so: ne xoł ne agir ne aw
ku: ne ax ne agir ne av

so: ne tîşkî piřjînî hetaw
ku: ne tîrojên tije jîn ên tavê

so: ta destewejno bî destit nagrin
ku: heta ... bî destê te nagirin

so: dûnya desûřê û degořê û eto le cêy xot
ku: dinya diçerixe û diguhere û tu li cîyê xwe

so: danîştûy temaşay pêşkewtî gelan dekey
ku: rûniştîye temaşeyî pêşketina gelan dikî

so: ta key ca le xot giştî dûnya
ku: heta kengî ... dinya

so: tawanbar î
ku: tawanbar î

so: tewtî dewran dekey
ku: nizanimçi dikî

so: ne kêw ne dîwarî berz
ku: ne çîya ne dîwarê bilind

so: ne hêzî cazebey erz
ku: ne hêza ... ya erdî

so: ger bithewê ser kewî pêşit nagrin
ku: ger tu bixwazî ser bikevî pêşîya te nagirin

so: ne xoł ne agir ne aw
ku: ne ax ne agir ne av

so: ne tîşkî piřjînî hetaw
ku: ne tîrojên tije jîn ên tavê

so: ta destewejno bî destit nagrin
ku: heta ... bî destê te nagirin



23 roj berê 18:44 ~18:48 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
(bnr: bingehên gramêra kurdmancî)...
cemile dinçer [2]
Stranbêjeke bi stranên hunermendên me navdar bûye lê ji tirsa q*na xwe...
ji bo rêzimana kurmancî pirtûka herî serkeftî [1]
A ku ez bi kar tînim û jê razî me ya samî tan e. Bi awayekî berfireh û...
sîdar ferîd [1]
min ew bi strana xemik talane nas kir. dengê wî jî cuda ye û e...
hevalnav [1]
(bnr: rengdêr) e. piştî ku hin zimannasên kurmanciyê ji soraniyê re bê...
belki ev jî bala te bikişînin
» bextiyar elî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî