my small land

 emma kawawada

 emma kawawada

 2022


 fransa japonya

 japonî tirkî kurdî

 114

 dram

  (1970.01.01)

 ezcan (2023.02.02)

 sarya di navbera sê cîhanan de dijî: hîn pênc saliya xwe ligel malbatê ji tirkiyê reviyaye japonyayê, malbata wê ya biçûk hewl dide ku kevneşopiyên xwe yên kurdî biparêzin. ji aliyê din ve, sarya, herçend di pênc saliya xwe de çûye japonyayê jî, li wir xwe wekî li welatê xwe hîs dike. lê paşê, malbat statuya xwe ya penaberiyê winda dike û destûra wan a li japonyayê êdî bi rojan tê hesibandin.


my small land - Tirşik

my small land


. ji hêla teknîkî ve, min nirxandinek taybetî ji bo vî filmî tune, bê guman hûnê jê kêfê bigirin û pêşniyar jî dikim. Lê ji aliyê naverokê ve dişibe qalibê bêerdbûna kurdan yê behmen qubadî. di filmê de Gava kurik ji keçikê dipirse tu ji kû yî? Keçik bersiv dide: Kurd im. Ne maqûl e ku li şûna navê welêt, etnîsîte were gotin. Mîna ku ji kesên ji Okinawa û Hokkaido bipirsin hûn ji kû ne û ew bersivê wisa bidin Ainu û Ryukyuan. Ew ne rast e. Mixabin kurdên koçber û dîasporayê her tim rûyekî bêçare û bêerdmayî nîşanî cîhanê didin û her tim ji xwe re li malekê digerin. Kurd miletek in lê, bawerî, erdnîgarî û dîroka wan ji hev cuda ne. Hêvîdarim ku sînemaya cîhanê dev ji vê durûtiya siyasî berde.






  • my small land0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 70
(imdb: 7.1)
pûanê bide fîlmê: