100
anîmasyon aksîyon dram fantastîk dîrok
tizbîkêş (2023.01.24)
şah cemşîd çûye û dehaq cihê wî tijî kirîye, lê mixabin ehreman hukm lê dike û xerabiya wî hemû bajêr vegirtiye. di vê navberê de eferîdûn bi fermana kawa li dijî dehaq serî hildide û tola malbata xwe hiltîne.
. The Last Fiction fîlmeke anîmasyonî ye ku li ser çîroka Kawa û Dehaq hatiye honandin. Teknîkên anîmasyonê yên ku di The Last Fiction de hatine bikar anîn ji hemû fîlmên din ên anîmasyon ên rojhilata cîhanê gelekî bilindtir in û bi berhemên mezin ên anîmasyonê yên rojavaya cîhanê re hevaheng in. Bi karanîna anîmasyonên xweşik ên xêzkirî û bi piştgirîya muzîka bihêz, The Last Fiction destpêkek balkêş e di dîroka sînemaya rojhilata cîhanê de. Digel ku naskirina çîrok û efsaneyên Şahnameyê alîkariya meriv dike, lê yên pirtûkê nizanin jî dikarin bê zehmetî filmê fehm bikin û ji hunera wê sûd werbigirin. Ji bo kesên dixwazin lê temaşe bikin, fermo: Here lînkê têbînî: tenê binnivîsa îngilîzî heye. |
|