a taxi driver

 Hun Jang

 Yu-na Eom

 2017


 kore koreya başûr

 koreyî elmanî îngîlîzî japonî

 137

 aksîyon dram dîrok

  (1970.01.01)

 simurg56 (2022.12.11)

 Salên 1980î ne. Li hinek bajarên koreya başûr xwepêşandanan rû dane. Ev herem ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine dorpêçkirin. Rojnamevanek elman, taksîyek kirê dike û berê xwe dide van herêman. Çîroka wî û şofêr wî wisa destpê dike.


a taxi driver - Tirşik

a taxi driver


. fîlmek ji korye başûr e. min bi pêşnîyara criticker dît û temaşe kir. di salên 1980î de derbas dibe. wan salan, li koreya başûr jî pêvajoyek ne dûrî ya tirkiyê, qewimîye. xwendekarên çepgir/muxalîf li dijî hikumetê çalakiyên aştîyane li dar dixin lê belê dewlet wan di çavên gel de wek komûnîst/terorîst û hwd. nîşan dide û bi tundî êrîşî wan dike. weke newroza cizirê ya 1992an an jî pîroxbahîya 1ê gulanê ya 1977an. mijara fîlmê jixwe hingî te nevê sîyasî, bedbîn û trajîk e lê gelek caran bêyî ku mirov pê aciz bibe, hêmanên komedîyê jî lê hatine zêdekirin. hinek sahne hatibin fîşalkirin jî min ji fîlmê gelek hez kir. serlehengê fîlmê Song Kang-ho ye. bi min nas hat, lê min ji xwe re got yaw jixwe mirovên ji rojhilata dûr, tev wek hev in. lê paşê piştî ku min kontrol kir, min dît ku bi rastî jî bi min nas e çimkî her wiha serlehengê fîlma parasiteê ye jî. hindik mabû ji bîr bikim, fîlm ji bûyerên rastîn hatiye wergirtin. yanî şofêr û rojnamevanê elmanî bi rastî jî rêwîtîyek wisa kirine.



Array. Sernava taxi drivera scorsese anî bîra min.






  • a taxi driver0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 86
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: