silenced

 Hwang Dong-hyuk

 Ji-young Gong Hwang Dong-hyuk

 2011


 kore koreya başûr

 koreyî koreyî

 125

 dram

  (1970.01.01)

 pêşewa (2022.05.05)

 Ev fîlm bûyerekî rastî da hatiye girtin û mixabin rastiya wê ji fîlmê dramatîktir e. Ev fîlm rewşa dadweriya koreya başûr û olperestî çawa çavê mirovan kor dike diyar dike. Ji bo temaşekirinê demekî baş hilbijêrin ji ber ku psîkolojiyekî zexm de nebin hûn ê gelek li hin bandorê bimînin. Ya herî nebaş ku fîlm xilas dibe mirov hîn dibe ku bûyera rastî, hê ji fîlmê nebaştir dawî bûye.


silenced - Tirşik

silenced


. Fîlmeke koreya Başûr e ku ji bûyerekî jiyana rastî de hatiye hilgirtin.

fîlm bi çîroka mamostekî dest pê dike ku bi torpîl û ruşwet paşê karibûye mamostetî li dibistanekî bike. Ev dibistan, dibistana zarokên astengdar û bêkes in, hinek nikarin xeberdin hinek nikarin bibihîzin. Mamoste dema ku diçe wir li zarokan de dilsarîyekî zêde dibîne ku yek zarok ne dikene ne jî bersiv dide wî. Rojekî dibîne ku razanxaneyê, nihêrvanê wan îşkence li wan dike, bi vî bûyerê dest pê dike û serda diçe wê da derdikeve holê ku rêvebir û alîkarê rêvebir (herdû birayên hev in û cêvîne,) bi çend salane ew zarokên bêkes û bê dengra tecawiz dikin. Ew mamostê nû û endama komeleyekî tevahî diçin ser vê bûyerê û dozeke dadwerî vedikin lê tişta ku meriv pê aciz dibe û balkês li vir dest pê dike, ji dayîka mamoste heta polêzê ku rêvebir digire hemû bajar pişt rêvebir disekinin ji ber ku ew herdû jî olperest in. Mamoste li mamostetiyê diavêjin û mecbûr li mala xwe derdikeve û bi zarokên bêkes û endama komeleyê derdikevine malekî din. Herdû rêvebir û nihêrvanê zarokan ji ber valahiyeke dadweriya k. başûr gelek hindik ceza hildidin û bi ruşwet derdikevin.
Dema min temaşe kir ez zehf bin bandora fîlmê mam û ber xwe ketim lê derbeya dawî, li dawiya fîlmê hat ku dinivîsî ev bûyer ji jiana rastî de hatiye hilgirtin, pişt re detayên bûyerê didan û diyar dibû ku rastiya bûyerê hê fîlmê dijwartir e. Ev fîlm him rewşa k. Başûr ji bo aborî û dadwerî diyar dike him jî olperestiya fanatîk çawa çavên mirov ji rastiyê dûr dixe diyar dike. Ji xwe filetî yanê ew olperestiya ku ew dikin ne olê wane, olê dagirkerê wane û piştî mêtingehiya koreyê ew ji wan ra mîras maye.






  • silenced0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 90
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: