muhsin bey

 Yavuz Turgul

 Yavuz Turgul

 1987


 tirkiye

 tirkî

 119

 komedî dram mûzîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2021.11.25)

 Muhsin beg di sektora mûzîkê de organîzator e. di van rojên ku karên wî ne baş in, Ali nazikê ku lawê hevalê wî yê leşkeriyê ye, tê û jê dixwaze wî bike stranbêjek navdar.


muhsin bey - Tirşik

muhsin bey


. ji fîlmên herî navdar û serkeftî yên Şener şen e. behsa zilamek bi navê Muhsin dike. Muhsin beg, wek di navê wî de jî hatiye kirpandin, yekî rastgo, pêbawer, kubar û camêr e. bi van taybetiyên xwe, di sektora mûzîkê de wek organîzatorekî serkeftî tê naskirin. wan salan, stembol û hemû Tirkiye li ber pêleke mezin ya guherînê diherike. bajarên mezin yên wek Stanbolê her roj bi hatina mirovên ji navçe û gundên Anatoliyayê û rojhilatê her roj vediguherin. di vê veguherînê de Muhsin beg, Niştecihên Stenbolê temsîl dike: kubar e, axaftina wî Fesîh e, bi cîranên xwe yên fileh re xweş e. dema Ali nazik jê re bi destê xwe ecûn çêdike, rûyê xwe jê tirş dike. dema Ali nazik behsa vekirina dikana kebaban dike, dibêje jixwe we çanda xwarinê ya stenbolê mehf kiriye, bêhna kebabê ji Stenbolê difûre. jê tê fêhmkirin ku ji vê rewşê aciz e Muhsin beg. dema Ali nazik dibêje "ma ger stenbolî jê hez nekin, nexwazin wê çawa vebin ev dikan?" hema jê re dibêje dengê xwe bibire. yanî belkî di dil de ew jî dizane ku berpirsîyarên vê rewşê hinek jî Stenbolî bixwe ne. wan salan, mûzîka arabesk jî nû bilind dibe. Muhsin beg ji vê jî aciz e. nahêle Ali nazik vê cûreyê îcra bike. lê êdî sektor cî dide vê mûzîkê jî û navdarên wek ibrahim tatlises derketine. Bi kurtî êdî dema kesên wek muhsîn beg derbas dibe. lê ew dîsa jî ji ya xwe nayê xwar. Ali nazik, yekî hejar e lê di eslê xwe de têra xwe heye. hê di roja ewil ya hevnasînê de, ligel ku dizane wê baran bibare, bi qestî li ber derîyê muhsin beg wek kuçikekî direcife ku lê were rehmê. wisa jî dibe û cî da îtîraf jî dike. qet nebe durist e. lê îdolê wî ibrahim tatlises e dawîya dawîn... ali nazik urfayî ye. kurdan çiqas temsîl dike nizanim. lê di sahneyek din de kurdek orjînal heye: serlêdarê ewil yê ji bo pêşbaziya muhsin beg. ji serî heta binî kurd e, berevajî ali nazik bêdeng û fedîyok e. muhsin beg dema li rûyê wî dinêre, belkî piçek dilê wî diêşe, çimkî wê bi xeyalên wî bilîze lê dîsa jî perê wî jî distîne. muhsin beg li vir jî îspat dike ku "van tiştan stenbolî bixwe tînin serê xwe". di fîlmê de laz jî wek karakterek zengîn tên temsîlkirin. piştî ku muhsin beg ji girtîgehê derdikeve, dibîne ku ali nazik îxanetê lê kiriye. ji ber ku xaniyên wan hatine xerakirin, cîrana wî ya fileh jî bar dike parîsê. ger em werin bîlançoya fîlmê: - Muhsin beg li hemberî reqîbê xwe yê kapîtalîsttir wenda dike. - Stenbolî/mûzîka hunerî ya tirkan li hemberî arabeskê wenda dike - Fileh li hemberî îslamîst û kemalîstan wenda dikin - Camêrî li hemberî xiyanetê wenda dike - Keyfa lazan xweş e. problema wan bi muhsin began re tune, ji wan re hurmeta wan jî heye lê eger mesele pere be, bila li qusurê nenêrin - Kurd hê nû ne. neheqiyên ku li wan tên kirin, not digirin. di nava çend salan de wê ew jî biteqin. - Di van veguherînan de gunehê stenbolîyên camêr/serdest/elît jî ne hindik e.






  • muhsin bey0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 81
(imdb: 8.4)
pûanê bide fîlmê: