Aysin Akbulut Aysin Akbulut Rana Denizer
1
biruya hayao miyazaki (2021.11.19)
Li Stenbola kozmopolît a salên 1950-an, dayikek bi pêşeroja xwe ya tarî li klûbekê şevê dest bi xebatê dike û di heman demê de bi keça xwe ya serhildêr re mijûl dibe a ku 17 salan li sêwîxaneyê maye.
. rêzefîlm çîroka cihûyên seferad dihone yên ku ev 400 sal in li stenbolê bi war in. di paşrûya honakê de li tirkiyeyê cihûbûn û neteweperestiya tirkî tê rêdan. heta niha 6 beş hate weşandin û heke ne şaş bim hîn 4 beşên din jî hene ku amade ne lê hîn nehatine weşandin.
ji aliya derhêneriya hunerî ve gelek serkeftî ye ku wekî li her derî tê gotin, her sehneyên rêzefîlmê wekî ji klîbên stranan hatine veqetandin. ji aliyê çîrokê ve jî razî me. dramayên dûr û dirêj tê de tune ye, sehneyên nepêdivî tune ye, çîrok pir lez diherike, ku rêzefîlm xwe dide temaşekirin. lê ji aliyê mijarê ve hinekî zêde tije ye. di heman carê de sê çar çîrok di honakê de hatiye bicihkirin: ya matilda, ya raşel, ya selim û ya orhan û ya çelebi... û bi rastî çîroka matilda li bin siyê raşelê de dimîne û di heman carê de çîroka tasula jî giringiyekê veneqetandiye ji honakê.
lê di nav rêzefîlmên tirkî yên netflixê de negihiştiye serkeftina bir başkadır.
spoilerê veke
|
|