foundation

 Rupert Sanders Alex Graves Jennifer Phang Andrew Bernstein

 Isaac Asimov Josh Friedman Josh Friedman

 2021


 amerîka

 îngîlîzî

 0

 dram honaka zanistî

  (1970.01.01)

 xidiran (2021.10.18)

 Foundation (Weqf) li ser bingeha rêze-romanên Isaac Asimov ya bi heman navî ji bo Apple Tv+ wek rêzefîlm hate kişandin. Mijara Weqfê li ser hilweşîna împaratoriyek galaktîkî ye ku li bi deh mîlyonan gerstêrkan belav bûye ye. Karakterê bi navê Hari Seldon ku afirînerê psîkodîrokê ye têgihîşt ku împaratorî nêzî şerê ku bi sedsalan bidome dibe. Seldon hewl dide ku bi avakirina Weqfek him dema şêrên ku biqewimin kurttir bike û him jî bo mirovên ku piştî şer bimînin karibin jinûve şaristaniyê ava bikin arşîva pêwîst bê ava kirin.


foundation - Tirşik

foundation


. demeke dirêj li benda vê rêzefîlmê bûm. Min romanê nexwendiyê lê afirênerên rêzefîlmê dibêjin li ser bingeha romanê hatiye kişandin lê ji romanê gelek aliyên cuda jî hene. min 4 beşan temaşe kir. ji aliyê produksiyonê ve karek pir mezin e û her beş mîna fîlmekî budce mezin e. ji aliyê mijarê de min hê temamî nekişandiye nav xwe.



Array. rêzefîlma ku bingeha xwe daniye ser rêzeromana foundation-a isaac asimov lê ji aliya honakê ve gelek jê dûr ketiye, hewqas ku wekî miriyê vê rêzeromanê dikarim bibêjim ku senarîst bi vê rêzefîlmê berhemekê cuda û heta derecekê serkeftî derxistine pêş me. lê dikarim bi dilrehetî bibêjim, bawer nakim ku yên pirtûk nexwendine jê tehmekê xweş bistîne, ji ber ku honak pir tevlihev e û li ser kronolojiyekê demdirêj ava bûye. ji aliyê dîmenê ve xweş e feqet dîroka sînemayê di mijara honaka zanistî ve mazûbaniya dîmenên jê xweştir kiriye. loma nikarim/ne pêdivî ye ku pesnên wê bidim. min lîstikvaniya wê jinê hez nekir a ku salvor hardin lîstiye/nimandiye. (di romanê de mêr e.) her wiha gaal jî... ez ê li benda sezona duyem bim. nîşe: tê bîra min, li bin vê mijarê qasî du sal berê, min qala romana pêşîn a vê rêzeromanê peyamek nivîsandibû. lê belê xuya ye, bi tevlîkirina rûpela fîlmê ew winda bûye.






  • foundation0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: