idiocracy

 Mike Judge

 Mike Judge

 2006


 amerîka

 Îngîlîzî

 84

 komedî xeyalê zanistî rageşî macera

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.06)

 Joe Bauers ji aliyê îstîxbarata amerîkayê tê hilbijartin ji ber ku amerîkaniyek ji-rêzê ye. armanca hilbijartina wî lêkolînek gelek taybet û xef e. joe çavê xwe li pêşerojek wisa vedike ku...


idiocracy - Tirşik

idiocracy


. fîlmeke Mike Judge e ku di sala 2006an de hatiye girtin.
fîlmek pir kurt e, tenê 84 xulek e. lê bi xwedê ew jî zehf e jê re.
fîlm li ser vê mantiqê hatiye çêkirin. ji ber ku mirovên ne biaqil bin an jî ne jîr bin zêde zarokan çêdikin, IQ'ya mirovan hingî diçe hindik dibe û mirovatî êdî nikare pirsgirêkên xwe yên sereke jî çareser bike. ji xwe weke hûn dibînin bingeh bi xwe gelek bêmantiq e. min got temam fîlmeke komîk e, ne hewce ye her tişt bimantiq be lê na ev fîlm zêde tewşomewşo ye. eyn wek fîlmên şafak sezer, maskeli beşler, felan e.
gelek spasiyên xwe ji derhênerê fîlmê re dişînim ku fîlm kurt çêkiriye û îşkenceya me jî zû xelas kiriye.
puana min jê re : 64



Array. fîlam ku min berî wextek dirêj, li beşa fîlman yan tirşikê pûanek kêm dayê lê dîsa jî hinek tirşikvan çûne temaşe kirine.
fîlmek absurt e. li ser fikrek cûda/ecêb hatiye avakirin lê kûrahiya absurdiya wê tune.

fikra fîlmê belkî jî ne ewqas bêmantiq be: li tirkiyê binêrin; ronakbîr û pêşverûyên tirkiyê ku piranî çepgir in zêde zarokan naynin û pêşniyar jî nakin lê paşverûyên tirkiyê ku piraniya wan rastgir in hema her zêde dibin. ji ber vê yekê li tirkiyê hûn çi jî bikin çepgir nikarin bibin desthilatdar.
ev mînak belkî zêde ne guncan bû an jî belkî min nekarî rast rave bikim lê hêvî dikim we fêhm kiribe.
binêrin akp 13 sal e desthilatdar û 4 sal din jî wê bimînin: ji we re kir 17 sal.
dema erdogan hat, got herî kêm 3 zarok bînin. û belkî îro ji ber vê daxwaza wî bi 100 hezaran zarok çêbûn û niha 17 salî ne. wê di hilbijartina pêş de dengê xwe bi kar bînin.



Array. fîlma ku bi îdîayek wisa hatiye girtin.
mirovên ne jîr in zêde zarok çêdikin, yên jîr û xwediyê IQya bilind jî hindik çêdikin lewma mirovatî hingî diçe bêaqil dibe. lê ev yek ji binî ve xelet e.
yên ku hnidik zarok çêdikin ne kesên biaqil in. yên dewlemend û xwendî ne hindik zarokan çêdikin. ger wisa bûya ew mirovên 8-9 bira çawa dikarin bibin her tişt. heta belkî IQya kesên xwediyê pir xwişk û bira, ji yên 1-2 xwiş û bira zêdetir be jî. yanê ev hipotez ne rast e.






  • idiocracy0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 74
(imdb: 6.5)
pûanê bide fîlmê: