Ezel Akay Ozlem Lale Ugur Saatci
112
xelîl (2020.12.05)
Adem ji bo bi metresa xwe ya bi nabê nergîz re bizewice, divê ji hevjîna xwe ya 20 salan, leylayê, cûda bibe lê dûrxistin û kuştina leylayê ne gengaz e.
. Fîlma ku li ser netflixê hatiye weşandin. Wek lîstikvan haluk bilginer û demet akbağ dilîzin. Ji xwe listîkvanek wek haluk bilginer, ê ku senaryoyên bi kalîte ji xwe re dibêjere, di fîlmek an jî rêzefîlmek de listîbe, teqez ew fîlm, fîlmek baş e. Fîlm qala kalemêrekî bi navê adem ê ku dixwaze jina xwe ya 20 salan, leyla, berde û bi metresa xwe ya ciwan û bedew, nergîz, re bizewice dike. Adem bi gelek rêyan dixwaze leylayê dûr bixe lê naqede. Fîlmek rengareng e û di standardên fîlmên netflixê de ye lê tenê rexneyekê min heye: dewsa ku peyama bingehîn a fîlmê bi awayekî nepen û neyekser bidin, di dawiya fîlmê de hema wek reklamên spot ên giştî yên saziyên fermî her tiştê vegotine, ev jî tahma filmê li gorî min hinek xera kiriye. Pûana min 75. |
|