no man's land

 oded ruskin

 amit cohen ron leshem eitan mansuri

 2020


 fransa îsraîl belçîka

 fransî kurdî îngîlîzî erebî

 0

 dram rageşî şer

  (1970.01.01)

 tizbîkêş (2020.11.29)

 "No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erdê bê kes û bê xwedî". li ser şervanên ypj û şerê wan ê li dijî daişê ye. bi taybetî karekî hevpar ê Fransa û Îsraîlê ye, televîzyona "Arte" ya franko-cermen û tora medyaya dîjîtal a amerîkî "Hulu" jî mil dane vê rêzefîlmê. li derveyî Kurdistanê hatiye kişandin, li welatê Mexribê, li devereke nîv çiyayî. Gelek şaşiyên cografiyayê di rêzefilmê de derdikevin, lê ne pirsgirêk e, yek ji nivîskarên senaryoyê Maria Feldman wisa dibêje. Dibêje, dema di nûçeyan de min dît endamên DAişê ji dengê ku şervanên jin ên Kurd derdixin (Tilîlî) û kefiyên wan ditirsin, xwest tiştekî ser van şervanên jin çêkim. Lê çîrok, helbet, bi çavê kesekî biyanî tê gotin "Min xwest rêzefîlm bila cîhanî be".


no man's land - Tirşik

no man's land


. "No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erda bê kes û bê xwedî". rêzefîlmeke li ser şervanên YPjê ye. karekî hevpar ê fransa û Îsraîlê ye, televîzyona "arte" ya Elman-Fransî û tora medyaya dîjîtal a amerîkî "Hulu" jî di prodûksiyonê de cih girtine. Rêzefilm li derveyî Kurdistanê hatiye tomarkirin, li welatê Mexribê, li devereke nîv çiyayî. Gelek şaşiyên cografiyayê di rêzefilmê de derdikevin, lê ne pirsgirêk e, yek ji nivîskarên senaryoyê Maria Feldman wisa dibêje: "destpêkê dema di nûçeyan de me dît endamên Daişê ji dengê ku şervanên jin ên Kurd derdixin (Tilîlî) û kefiyên wan ditirsin, me xwest em tiştekî ser van şervanên jin çêkin. Lê çîrok, helbet, bi çavê kesekî biyanî bihata gotin ...me xwest rêzefilma me bila cîhanî be..." navê wê cara pêşî ji min ve xerîb hat lê dû re min fahm kir, seba çi vî navî lê kirine. no man's land têgihek e ku weke min li jorê jî nivîsiye erd û devera bêteref e lê di peywenda vê rêzefîlmê de têgih wateyeke femînîst wergirtiye ango erda ji zilaman dûr û bi Nûr.* Fragman:



Array. heta niha sezonekê wê tenê hatiye weşandin, li gor nûçeyên Îngilistanê wê sezona duyem îsal bê weşandin lê demê diyar nekirine. min sezona yekem temaşe kir. di hin cihan de çewtiyên senaryoyê hebûn lê çewtiyên biçûk bûn. cihê ku hatiye kişandin zêde nedişibî Kurdistanê û peyîvînên kurmancî jî zêde ne baş bûn. em werin li ser çîrokê, hevalê me antoineê fransî çend sal berê xwişka xwe li Îranê qeyb dike. piştî salan di tvê de di nûçeyekî ypgî de siluetê xwişka xwe dibîne û gumana nemirinê dikeve dilê wî. piştî çend bûyerên din radibe diçe Surî. Tiştên ku li wir dijî jî dibe senaryoya sezona yekem. Di sezona yekem de bi taybetî qala dema xurtbûna daîş. û dema meriv wan sehneyên ku daîş tê de heye temaşe dike dijûnan wan kûçikan dike. Bawer dikim ku sezona duyem qala şoreşa mezin a ji aliyê kurdan ve hat kirin bike. rêzefîlm rêzefîlmeke femînel e, xweş e hêjayî temaşekirinê ye.






  • no man's land0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 70
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: