il postino

 Michael Radford Massimo Troisi

 Antonio Skármeta Furio Scarpelli Giacomo Scarpelli

 1994


 îtalya fransa belçîka

 îtalî spanî

 108

 bîyografî komedî dram romantîk

  (1970.01.01)

 rizgarm (2020.10.29)

 Mario Ruoppolo li giravek îtalyayê bi bavê xwe re dijî lê bii awayekî bêdeng û tenê dijî. Heta ku helbestvanê navdar digihêje hawara wî. Postevanê neruda nikare xwe li ber fikr û helbestên wî bigire û ji her aliyê dikeve nava guhertinekê. Emê filma helbest , evîn û ramanan temaşe bikin.


il postino - Tirşik

il postino


. Film bi dîmenê xwe yê xwezayî û romantîk dikeve asta bêhempabûnê. Li giravek îtalya yê, di nav şêniyên bêdeng û ji rêzê de û li nava sirûştek bihûştî de bûyerên aram û romantîk tê jiyîn. Her çiqas behsa pablo neruda dibe jî neruda tenê lîstikvanek alîkar e. Yanê plana duyem de ye. Û film hewl daye ku vebêjeriya romantîkîya helbest û helbestvan bi xwezayê bike. Pir nakeve nav fikr û ramanên helbestvan. Yanê behsa komunîstiya wî dike, behsa heza wî ya ji jinan dike lê pir nakeve nav van fikran û xema piştrastkirina van fikran ji nakêşe. Ji çavê postevanek saf û bêdeng de dîsa û dîsa pênaseya evînê tê kirin. Û helbet bi alîkariya helbestvanek navdar re. A soxîn gotinek navdar û mafdar bi sewta postevan digihêje me "helbest aîdê yê/ya ku nivîsiye nîne, aîdê yê/ya pêdiviya wî/wê pê heye ye." Nîşe: postevan xwezil ji bo dildara xwe ji dengbêjên me nivîs an jî xweşgotinek bixwesta. Wellehî ne sêvên artemêtê , ne tiriyê tersûsê, ne hêjîrê edenê, ne hinarê bêleçûkê û ne jî pirteqalê dortyolê diman hemû rêz dikirin**






    • il postino0 daxistina giştî
    Afîşa fîlmê:
    Afîşa fîlmê
    Puana tirşikê= tune
    (imdb: 7.8)
    pûanê bide fîlmê: