amores perros

 Alejandro González Iñárritu

 Guillermo Arriaga

 2000


 meksîka

 spanyolî

 154

 dram rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2014.12.05)

 qezayek trafîkê diqewime û sê çîrokên ji hev dûr û cûda digihîne hev. gelek jiyanên wêranbûyî ku destpêkê de armanca wan hemûyan jî evîn bû.


amores perros - Tirşik

amores perros


. fîlma alejandro gonzález iñárritu ye. sala 2000 ê de kişandiye. fîlm, festivala fîlma şikago, tokyo, cannes, los angeles, moskova, havanayê de xelat standiye. lîstîkvanên serekeyê fîlmê emilio echevarría
gael garcía bernal e.muzikên fîlme gustavo santaolalla çêkiriye. fîlm aliyê jiyana sê kesa ve diçe. ev kes hev nasnakin lê nava fîlmê de qeza pêk tê û ev her kes jî ji ber vê qezayê jiayana wan diguhere. gava fîlmê temaşê dikim dibêjim qey romanek dixwînim ji ber ku fîlm wekî romanek hatiye kişandin.



Array. bi rastî jî fîlmek romanê ye. vê yekê ne ji bo pesndayîn an jî reşkirinê dibêjim.
wateya navê fîlmê "evînên malmîrat/bêwijdan/xedar" e. wateya perrosê "gelek xerab" vs. ye.
lê tirkan fîlmê weke "paramparça aşklar ve köpekler" wergerandine, yan: "evînên parçeparçe û kuçik". kê nav lê kiribe, meraq dikim çi vexwariye lê navek orjînal derxistiye.

fîlm di sala 2000an de hatiye weşandin loma sûcê wê tune lê êdî ji wan fîlman kerixîm ku çedn çîrokên bêpêwendî bi pêşketina fîlmê digihin hev fîlan û em diêbjin "waaaw!" êdî ji fîlmên wisa zehf hene.
weke din, herçiqas fîlm bûbe sedema qetlîama kuçikan jî, xweş e. pûana min jê re 79 e.
tê de çîroka herî xweş ya kujerê peretî bû.

----spoîler----
fikra kujerê ku kiryarê xwe û qurbanê xwe tîne cem hev û ji kiryarê xwe dixwaze qurban bikuje, orjînal bû. lê dîsa jî bi qasê leon ne bikarîzma û sempatîk bû.

sahneya fînalê jî xweş bû. kujerê mirovan û kujerê kuçikan bi hev re ber bi dûrahiyê ve dimeşiyan... belkî jî ji ber vê yekê kujerê me nekarî vî kuçikê ku hemû kuçikên wî kuştibû, bikuje.
----spoîler----

ger hûn bi hêviyên mezin li fîlmê temaşe nekin, temaşekirina wê de problem tune.



Array. filma zude min guhdarî kirî û tu quzzilqurtî jê fêhm nekirî. tenê ji filmê ev maye di hişê minde. ez tawsiyeyî tu kesî nakim lê dikarim hinekî lê binêrim ka tişteke çawa bu.



Array. Fîlma derhêner a herî zêde di bin bandora yılmaz güney de maye ye.

(bnr: Têkiliyen sist yên jiyanên cûda)






  • amores perros0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 83.3
(imdb: 8.1)
pûanê bide fîlmê: