dark waters

 Todd Haynes

 Nathaniel Rich Mario Correa Matthew Michael Carnahan

 2019


 amerîka

 îngîlîzî koreyî

 126

 bîyografî dram dîrok rageşî

  (1970.01.01)

 simurg56 (2020.07.21)

 berxwedana parêzer Rob Bilott ya li dijî şîrketa hilberînên kimyewî, DuPont. Fîlmek li ser çîrokek rastîn e.


dark waters - Tirşik

dark waters


. çîroka berxwedana parêzer Rob Bilott e. fîlmek serkeftî ye, zêdetir wek belgefîlmê ye. li ser çîrokek rastîn hatiye avakirin ku ew çîrok hê jî didome. piştî ku mirov temaşe dike, nema dixwaze tawayên teflon bi kar bîne an jî xwarinên tê de çêbûyî, bixwe. [spoiler: şîrketek bi navê DuPont heye ku hilberînên kimyewî dike. yek ji hilberînên wan jî teflon e ku tê de madeya bi navê politetrafloroetilen (PTFE) (bi navek din c8) e. bermahîyên hilberînên we li der dora fabrîqeya xwe belav dikin ku dibin sedema mirina gelek kesan û kanserbûna zêdetir kesan. di ser de jî vê yekê vedişêrin û nahêlin rastî derkevin holê. di sala 1998an de Rob Bilottê ku di eslê xwe de parêzerê şîrketên kimyewî ye, li dijî vê şîrketê dozê vedike û hemû pîsatîyên wan derdixe holê. wek encam jî, bi pereyên tazmînatê û lêçûnên bi tedawîkirina mexdûran, nêzik 1 milyar dolar zerarê dide vê şîrketê. ji bo qedexekirina vê madeyê berxwedana wî hê jî didome. ]






  • dark waters0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 80
(imdb: 7.6)
pûanê bide fîlmê: