léon: the professional

  Luc Besson

  Luc Besson

 1994


 fransa

 Îngîlîzî îtalî

 110

 drama sûc

  (2008.12.25)

 simurg56 (2014.11.29)

 rêhevaltiya kujerek kirêkirî û keçikek biçûk. têkiliyek cûda û sempatîk.


léon: the professional - Tirşik

léon: the professional


. yek ji filmên luc bessonê ye.

merivê me leon dibêje: no women no kids (jin û zarok bihêlin) û bi vî gotinê, stanê dilxerab bawer dike ku dê tiştek xirab biqewime. û stan, dev ji kuştina qîzikê ber dide.



Array. Mathilda: ez aşiqê te bûm Leon. Ev yekem evîndarî ye ez dijîm. Leon: ku ev yekem be tu çawa zanî tu evîndar î ? Mathilda: ez hest dikim. Leon: li ku ? Mathilda: di nav madeyê xwe de. Germeke gewre ye. Hertim girêkek di nav de hebû lê niha tineye. (bnr: leon the professional)



Array. sibyancîyê heram!



Array. Hem navê filmê hem jî navê lehengê ye. leon, mêrkujekî îtalî ye. yavuz turgul kesayet, cil û şêwaz û hinek tiştên din ên baranî ji leonî girtiye/dizîye. bo filman (bnr: eşkıya vs leon) bo lehengan (bnr: baran vs leon)



Array. hişyarî derbarê fîlm de belkî piçek spoiler hebe! ji hêla lîstikvanî Û SÎNEMATOGRAFÎ VE filmek bêqisûr e. bi taybetî natalie portman performansek zêde serkeftî lidarxistye. herwiha jean nero bi kuştina polîsan seheta xwe gelek xweş kirye. bi sehneya beethoven gary oldman jî mala bavê xwe mîrat kirye. (bûye sebeb mirov sempatî bide polîsek xwînmij) li hêlekê kujerek profesyonel, tenê dijî: li hêla dî keçek 12-13 salî ji bilî brayê xwey biçûk û xeyalên xwe tiştek nîne. piştî malbata wê ji alî polîsan ve tê qetil kirin tu kesek xwe namîne. neçar xwe dispêre leon. taybetmendîyek hevpar a herdûyan heye ku ji bilî bûnewerîya xwe tiştek wan tune ye. mirov mecbûrê mirov e. ev mevbûrî piranî xwe di şeklê xoşewîstî û hevaltî de bide der jî ev rastîyê ji hemî milan ve îfade nake, an jî ev her dû cûre jî ne statîk û yek wate ye. gelek cure, wate û şêweyên hezkirinê, hevaltîyê hene. bi gotinek hîn rastir şeklê hezkirinê nîne, ew av e, dikare di her rewşê de cih bigre. ne tenê bi fehmkorîya fruedyen, li gor distûrên civaka heteroseksuel jî hezkirin wê baş neyê nirxandin. helbet ev tercîhek e, lê divê neyê ji bîr kirin tişta tê xwendin an seyr kirin ji fehmkirina me zêdetir e. tişta min ji fîlm fehm kirî derhêner rê li ber te vekirye tu fîlm bi çar gotinan bêqîmet bikî, lê dema mirov bala xwe dide ew bizava ji bo wê şênkatîyê dikin, çawan qîmet didin jiyanê, çawan hev dû av didin, tav didin hev hingê fîlm hezkirinek pak bexşî mirov dike. despêka hezkirinê "ez" be jî, ev ne qaydeyek e ku her dê wisan be. ma tiştek heye mirov ji bo hezkirinê, ji bo wî/wê neke? fîlm bersiva vê pirsê dide.



Array. Fîlmê ku gelek nîqaş li ser hene. Ji ber ku hinekî di warê pedofîlîyê de jî diçe. Heta hin sahne ji ber malbata keçikê qebul nekiriye jê birine. Gelekî tê ecibandin lê bi min pedofîlîyê romantîze dike.



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 91
(imdb: 8.5)
pûanê bide fîlmê: