the groundhog day

 Harold Ramis

 Danny Rubin Harold Ramis

 1993


 Emrika

 îngîlîzî

 101

 komedî fantastîk romantîk

  (2020.06.14)

 de facto hozan (2020.05.31)

 Pêşkeşvanê rewşa hewayê Phill Connors, li pêş qamîrayan mirofek baş û bi kêf e lê pişt qamerayan, di jiyana xwe de yekî pir qurre, pozbilind û ezperest e. Her sal 2yê sibatê bê hezkirin tê şandin mîhrîcana Koremişkê li bajarekê Pensilvanyayê yê bi navê Punxsutawne ji bo nuçe dayîna hemkarê xwe yê koremişkê. Film derbarê asê bûyîna Phil ya 2yê sibatê ew roja nefret lê dike ye. Phil her roj şiyar dibe heman rojê. Di wê rewşa ecêb de veguherîna jiyan û kesayeta Phil bi awayek kêf tê nîşan dan.


the groundhog day - Tirşik

the groundhog day


. fîlmeka sînemayê ye. sala 1993an bi derhêneriya Harold Ramis li amerîkayê hatiye kişandin. di fîlmê de rola sereke Bill Murray (Phil Connors) û Andie MacDowell (Rita Hanson) dileyîze. kategorîzekirina cureya fîlmê zor e biçekî, komedî, romantîzm, fantazî, macera Û hwd. te çi bivê tê de heye. mijara fîlmê jî; phil di televîzyonekî de rewşa hewayê pêşkêş dike, 2ê sibatê li navçeyeka pennsylvanyayê wekê roja groundhog tê pîrozkirin. ev groundhog (di ferhengê de min navê wê yê kurmancî nedît, bi tirkÎ; kunduz) xelk li meydana navçeyê kom dibe, ev heywan ji qefesa xwe derdkeve, mirovnên şareza li gorî siha wî (?!) texmîn dikin bê ka zivistan wê çi qasê dî dom bike û buhar wê kengî bê. phil her sal ji bo şopandin û ragihandina vê roj û festîvalê ji bo televîzyonê diçe vê navçeyê. lê di vê çûna xwe de tiştek balkêş tê serê wî; time loop!

fîlmeke gelek xweş bû, ev qedereke min berê xwe nedabû fîlmeke ev çend xweş. tiştên di fîlmê de biçekî fantastîk dixweyin di serî de, lê ya rastî dema mirv lê dinêre jyana em tê de jî ji dubarekirina demê pê ve ne tişteke din e, rutîn, rûtîn û dÎsa rûtîn. û rîta tu çi jineke bedew û levhatî yî!



Array. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê de facto hozan ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 93. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142
têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. bill murray.

li vê fîlmêda bill murray û ekîba wê diçine bajarekî ji bo roja mişkê kor roj derbazdibin hema roja bill murray hemsa eynî ye.
temaşekin (:



Array. fîlmek serkeftî û ji aliyê mîjarê ve hîç naşibe fîlmên ku heta niha me temaşekirine (bi rastî heta parr jî min ev fîlm temaşe nekiribû.).Piştê temaşekirina vî fîlmê mirov xwe re dikeve nav xeyalên kûr û difikire gelo dibe ku wisa be? Dibe ku em jiyanek wisa didomînin? Elon musk jî gotibû dibe ku ev jiyan lîstikek be.Heke ev hizir bala we dikişîne hîç nesekinin û temaşe bikin. Fîlm li ser telegramê niha hatiye weşandin.Bê daxistina torrent û jêrnivîsê temaşe bikin. https://t.me/filmenkurdi



Array. ji aliyê vegotina mijarê ve bandorekê mezin a vê fîlmê li ser beşekê supernatural heye ku dema min ew beş temaşe kiribû jî fikirîbûm, gelo dejavûyeke nedawî bihata serê min, min ê çi bikiraya, di nav çerqekê heman serûbin... pirsekê pir dijwar e û fîlm vebijêrkên bersivê dixebitîne. kategoriyên bersivan di çargoşeya "şaşmayî, kêfwergirtin, bêhêvîtî û xebitîn"ê de ne. di vê rojên zivistanê de fîlmekî xweş e bo temaşekirinê. kurdiya wergêr de facto hozan serkeftî ye, bi rastî karekî xweş kiriye, helal jê re.



Array. bi kurdî em dikarin bêjin ''roja xiltê'' zêde kêfa min jê re hat, ji aliyê mijara xwe ve mirov di her xuleka fîlm de bi kelecaneke bêdawî dihêlê ku em çavên xwe jê qût nekin. tenê ez li ber tiştekî dikevim ku ji aliyê romantîzmê ve fîlmekî evqasî serkeftî, min bi xoşewîsta xwe re temaşe nekir :(






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 87
(imdb: 8)
pûanê bide fîlmê: