history 3: make our days count

 Mi-Chieh Tsai

 Hui-Ting Shao

 2019


 taywan

 çînî

 25

 dram romantîk komedî rêzefîlm

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2020.05.27)

 Di dîtina pêşîn de, Xiang Hao Ting (Song Wei En) û Yu Xi Gu (Huang Juan Zhi) xwendekarên lîseyê ne û ji hêla karakteran ve dijberê hev in: Xiang Hao Ting xortekî populer e, nenasê otorîte ye û tu carî guh nade qayîdeyên xwendingehê û şîretên dêûbavê xwe. Xwebawerî, şûmîtî û azadîxwazî di nav karaktera wî de tev li hev dibin. Yu Xi Gu di jêhatiyên xwendingehê de di rêza yekem de ye. Ji hêla jîriyê ve di nav keçikan de populer be jî karakterek asosyal dixêzîne, hîç hevalê wî tune ye û ji xêncî ders û azmûnên xwe tu armanceke wî tune ye. Lê sebeba vê tenêtiya wî heye: dêûbavê wî tune ye û mecbûr e ku bixebite û bursê bi dest bixe da ku karibe zanîngehê bixwîne. Ji bo vê jî divê di heman demê de derveyî demên xwendingehê di dikana Liu Zhi Gang (Zhang Han Yuan)ê de wekî firoşkarekî bixebite. Herçiqas serpêhatî û karakterên wan jev cuda bin jî bi saya hezkiriya Xiang Hao Tingî riyên van xortan dikevin ser hevûdin û çîrokek ji profîl û daxwazên wan cudatir dest pê dike. Ji xêncî çîroka lehengên sereke çîrokekê din a duyem heye. Sun Po-Hsiang (Liu Wei Chen) ê ku di xwendingehê de hogirê Xiang Hao Ting e, di saloneke sporê de dixebite û dilê wî dikeve Liu Zhi Gangî yê ku mişteriyê wê derê ye. Lê di wan de pirsgirêka temenê derdikeve, ji ber Sun Po-Hsiang ji Liu Zhi Gangî pir biçûk e.


history 3: make our days count - Tirşik

history 3: make our days count


. navê rêzefîlmê ya resen: HIStory 3: 那一天 çêkirin: line tv beş: 20 weşan: ji 10-16-2019ê heta 12-19-2019an cure: yaoi (bl [boy-love]) puana vikiyê: 9.2 (4748 kes) (bo mijarê li beşa fîlmê binêrin) rêzefîlm di imdbê de hema hema nehatiye puankirin. lê di viki.comê de têra xwe hatiye "pîroz"kirin. Here lînkê nabe ku em vê agahiyê nedin. her wiha min cure jî wekî "yaoi"(=bl[boys' love]) nivîsand. di normalê de ev cureyeke mangayê ye, lê demeke dirêj e, kanalên rojhilata dûr ji mangayan rêzefîlman adapte dikin ku ev berhem jî yek ji wan e, loma di forumên miriyên mangayan de wekî cureyeke fîlman jî tê bikaranîn. rêzefîlm li bin navê history-yê hatiye weşandin. em dikarin wan wekî sezon bifikirin lê tu têkiliya wan pev tune ye. ji ber wê, mirov dikare bi ya dilê xwe ji nav history-yan history-yek hilbijêre.* min di advance bravelyê de gotibû, erê dirêjahiya beşan 25 dq xuya dike, lê dema mirov jenerîkê ji beşê derxe, 17-18 dq dimîne. loma temaşekirina rêzefîlmên rojhilata dûr nabin bar û mîna benîştan jî dirêj nabin, hema ji xwe re diqede.* min do şev dest pê kir, vê nîvroyê bi girî û îskeîskan xelas kir. bi êşekê dilî. bi peçeteyan ên ku bi rondikên min şil bûne. hoh. :( performansên lîstikvanan bi rastî jî pir serkeftî û bilind bûn. çîrok ji xwe ji mangayekê hatiye adaptekirin, loma senaryo û honandina çîrokê pir baş bû. taywan ji hêla azadiya mafên lgbti ve nêzî standarda norwêc û swêd e, helbet ev nîqaşbar e (di rêzefîlmê de dema bav layê xwe li ser hevalê wî dibîne, perdeya homofobîkiyê vedibe). lê belê, ji ber wê di dema honandin û derhênanînê de tiştên ku hatine ser rebenê advance bravelyyê (navend çîn), nêzî vê berhemê (navend taywan) nebûne. wekî mînak, piraniya rêzefîlma çînê di cihên girtî û vala de derbas dibe, wekî îzolekirî ye. lê ya taywanê ne wiha ye. xwendingeh, meydan û kuçeyan bi mirovan tije ye. tehma jîndariyê dide mirov, baweriya mirov bi rastiya wê tê. li aliyê din di ya çînê de carê pesna çînê dihat dayîn. mirov hay lê dibe ku propaganda tê çêkirin, hewqas mudaxeleyeke xavî bûn. lê di taywanê de tiştekî wiha nayê dîtin. hemû klîşeyên "çîrokên evînî" bi nêrînekê xwecihî şîrove kirine û bêyî dramatîzekirineke zêde, bi lîstikvaniyeke baş û herikbarî anîne ser dîmenderê. taybetiyekî vê rêzefîlmê heye, pir ecêbiya min çû: nêrîna estetîk an jî giringiya bedewî. wiha zelal bikim: Yu Xi Gu uke ye û lîstikvanê ku wî lehengî nimandiye Huang Juan Zhi ye. min berê got, nebêje lê belê wele bile lîstikvan nexweşik e, nerind e. yanî ji hêla dîmenê ve li tirkiyeyê an jî li îngîlistanê an jî li amerîkayê baya, berdin serlîstikvanî, wê nikarîbaya bibe fîguran jî. hele dema ew û hevalê wî yê rolê Song Wei En di sehneyan de dihatin ber hev dijîtiya bedewî-nebedewî pir eşkere dibû. naxwazim bêm şaşfêmkirin, lê dema ez krîterên rojavayê (tirkiye tê de) û vê fîlmê berhev dikim, dûriyeke/cudahiyeke berbiçav derdikeve meydanê. [heman tişt ji bo lîstikvan Zhang Han Yuan jî derbasdar e, lê ya wî nehewqas mezin e] ha vê jî bibêjim, di rêzefîlmê de ji xêncî van her duyan hemû lîstikvan ji kesên xweş û rind hilbijartine, ji xwe ev jî heyreta min zêde kir ku min got "ma mêr qelihîn?". belkî jî ew merivên derhêner in û ji ber dilxweşî û xatirê rol daye wan. her wiha, dîsa bibêjim, nabim fangörla wan lê lîstikvaniya wan nexerab bû. ji xwe giraniya lîstikvaniyê ji aliyê rol ve ketiye ser milên Song Wei En û Liu Wei Chen. her du jî baş bûn, lê jest û mîmîkên Liu Wei Chenî ez kuştim, ez helandim. li ser rûyê erdê delaliyeke wiha tune ye. hele dema dilên wan ketin kesan, halên wan ez kirim manyaqek devliken û pisîkekî şîzofren ê bextewar asdfghj. lîstikvaniyeke hewqas ji dil û xwezayî tune ye. the oscar goes to hîstorî-sisê. belkî jî dikarim jêrenivîsa wê bikim kurdî. çima nebe. bi saya vê: (bnr: rojên karantînayê)



Array. di nav hemû rêzefîlmên blyan de ev rêzefîlm di serê top10ê min de ye.. heta ku min li life: senjou no bokura neriya, wiha bû... hîn di beşa 3yan de min got gelo wê bikeve ser modc*ê? û di beşa çarê de ku fînala lifeê ye, di sehneya aurorayê de hezkiriyên modc bi cih kirine wekî nîşaneya evîna rastî! çawa heyirîm, çawa dilşa bûm nikarim bisêwirînim, ji kêfan difiriyam û hîn jî. çi fikrekê xweş bûye ku ev rêzefîlma japonî cih daye lehengên rêzefîlma çînî.






  • history 3: make our days count0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 6.8)
pûanê bide fîlmê: