advance bravely

 Long Yang

 

 2017


 çîn

 çînî

 25

 aksîyon komedî dram romantîk rêzefîlm

  (1970.01.01)

 biruya hayao miyazaki (2020.05.25)

 Xia Yao, xortekî delal e xweziyê keçên xweş e. Yuan Zong jî leşkerekî berê ya hêzên taybêt ên artêşa çînê ye û gelek berbiçav e. ji kar derdikeve û ji xwe re şîrketeke parastinê ava dike. Yuan Ru, xwişka piçûk a Yuan Zongî ye, ji bo evîna xwe ya platonîk û bêbersiv dihere ba birayê xwe û jê dixwaze ku bo xia yaoyî alî wê bike. lê di nav demê de bûyerên nehêvîkirî peyda dibin.


advance bravely - Tirşik

advance bravely


. tenê ji sezonekê pêk tê. 30 beş e. her beş di formalîteyê de 25 deqe ne lê di rastiyê de 17 18 deqîqe ne. min di jiyana xwe de.... rêzefîlmên jê xirabtir temaşe kirin. erê. ji ber wê ez ê axê neavêjim ser. lê ji serî de bibêjim heke hûn ne hevzayendxwazekê/î cehel bin, nêzî wê nebin.* hewqas xweş e.* xia yao xortek pir rind e bi xwedê. xortê me yê din, zilamê sergiran yuan zong jî hema hema rind e, piçek jî karîzma ye. fîlm ji romantîzmê nayê temaşekirin, bifikirin ku ez mirovekî romantîk im, êdî bêhna min teng bû. lê min 30 beş jî temaşekirin. erê wele. fînalek wê heye, mirov dixwaze ji senarîstên game of thronesê re peyamek bişîne û dawa lêborînê bike, ji ber hemû peyvên xwe yên giran bo fînala wê. xia yao û yuan zong ji hevûdin hez dikin, lê di beşa 30em de îtîraf dikin. :( me got romantîk e lê hîç maç tune ye. wele ha. maçek jî. lê guh mêtin heye :( lê rebena derhêner û senarîstan ji tirsa hikumeta çînê nebûye ku tev bidin. ji ber sehneyên maçîkirina hevzayendxwazî, gelek lîstikvan û senarîst û derhêner hatine zîndankirin. 0.o û fîlmên romantîk ên hevzayendxwazan hatine qedexekirin. ji hêrsa dixwazim bibêjim çîna rastî taywan e. * dema mirov lê dinêre, tu yê bibêjî qey ne çîn e, lê swêd û norwêc e. carê dibêjin bêjing û bêjing. di fîlmê de qelebalixî tune ye law. * li aliyê din hingî mirov zû û "kin" dipeyivin, dibêjim gelo kurdeke wê karibe jêrenivîsa wê ya çînî bike kurdî. ew dibêjin hyô-şyî, di kurdî de dibe, agir berda kayê û xwe da ber bayê :( baş e ku min depoyek çêkiribû ji xwe re. çi di destên min de hebin ez ê heta dawî temaşe bikim. mecbûr. :( (bnr: rojên karantînayê )






  • advance bravely0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 60
(imdb: 7.2)
pûanê bide fîlmê: