rome

 nA

 Bruno Heller William J. MacDonald John Milius

 2005


 îngîlîstan amerîka

 îngîlîzî

 52

 aksîyon dram dîrok romantîk şer

  (1970.01.01)

 mîr (2020.04.21)

 Rêzefîlma derheqê împaratoriya Romayî ye, ji aliyê hbo yê di sala 2005 a da 2 sezon û 22 beş hatiye kişandin. Kesên ku fîlmên dîrokî û boyî Romayî hez dikin gereke sêr bikin fîlm muameleyê însanên Romayî ya rojane bi çavekî sade nîşan dide, Gava fîlm xilaz dibe meriv dibêje xwezî hinek jî dirêjtir bûya. Car caran Dîmenên bêsansur jî hene xwe miqate bin wê demê çavên xwe bigirin, dê bi silametî ve herin xatirê we


rome - Tirşik

rome


. Rêzefîlma derheqê împaratoriya Romayî ye, ji aliyê hbo yê di sala 2005 a da 2 sezon û 22 beş hatiye kişandin. Kesên ku fîlmên dîrokî û boyî Romayî hez dikin gereke sêr bikin fîlm muameleyê însanên Romayî ya rojane bi çavekî sade nîşan dide, Gava fîlm xilaz dibe meriv dibêje xwezî hinek jî dirêjtir bûya. Piştî ku min wê fîlmê sêr kir ku zanî dewleta Osmanî û Tirkiyê dek û dolab, fen û fûtên xwe ya siyasetê ji Romayê wergirtiye, ji aliyên entrîkayên qirêj zahf dişibin hev. Jixwe dîrokzan dibêjin dewleta Osmanî romaya misilman e, siyaseta wan eynî dînê wan cûda ye. Herdu jî dîn dixine nav siyasetên xwe bi saya wê xwe zexim dikin. Car caran Dîmenên bêsansur jî hene xwe miqate bin wê demê çavên xwe bigirin, dê bi silametî ve herin xatirê we Here lînkê



Array. min çend hefte berê temaşe kir. rêzefîlm demeke dirêj vedibêje, mirov dixape ku dibêje qey tenê li ser sezar e lê na. honaka wê gelek xweş e lê berevajiya berfirehbûna demê, çîrok -bi xususî di sezona duda de- hêdî ye. lê avakirina lehengan, têkiliyên wan ên hevûdin bihêz e. sehneyên erotîk, di hinin cihan de ne erotîk, rasterast pornografîk bû. rêzefîlm ne rêzefîlmeke şerê ye, li ser entrîkayan ava bûye. ji bo min tê de du leheng hene. ya duda pullo ye. ya pêşîn û hetahetayê bozikê min e: zilamekî mîna lucius vorenus dixwazim. hew. Here lînkê



Array. min jî ev rêzefîlm hema bêjim 8 9 sal ewil temaşe kiribû û gelek jê hezkiribû.Piştê ku qediya min go yaw çima çima, rêzefîlmek ewqas xweşik , xwediyê senaryoyek baş û lîstîkvanên baş çima 2 sezon e. pirr bi xemgîn bibûm û ji bîra min neçû demekî dirêj.



Array. li ser rastiya tiştên di rêzefîlmê de cîh girtine: ji sedî not zêdetir ev rêzefîlm dîrokî ye, tiştên rastin, ne yên çêkirî nin + pevçûn û şer û xwîn zêde cih negirtiye libas û tişt û çek dîrokî nin ne tenê jiyana serdestan lê ya bindestan, xulaman jî aniye ber çav, bi taybetî mirov dibîne ku jiyana xulamên jin çi dijwar e - çend kes ne dîrokî nin, wek atia, niobe erotîzm hin caran dibe pornografî û hinek zêde cih digre kalbûn û pîrbûn tune, ewqas sal derbas dibin, herkes wek xwe ciwan dimîne






  • rome0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 82.5
(imdb: 8.7)
pûanê bide fîlmê: