Long Way North

 Rémi Chayé

 Claire Paoletti Claire Paoletti Patricia Valeix

 2015


 fransa

 fransî îngîlîzî

 81

 anîmasyon macera dram malbat

  (2020.04.30)

 biruya hayao miyazaki (2020.04.16)

 Di 1882an de, ji ber sebebên malbatî arîstokratekê ciwan a rusî dikeve riya cemsera bakur û dest bi serpêhatiyeke dike da ku bibîne ka çi hat serê bapîrê wê.


long way north - Tirşik

long way north


. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê biruya hayao miyazaki ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 76. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142



Array. ji bo kurdiya wê min ev hilbijart: rêwîtî ber bi bakur ve. zimanê fransî bandoreke efsûnî dide anîmasyonan. yek ji delîla vê îdiayê ev fîlm e. kêfa min ji lehengên keç/jin tên. belkî jî ev ji ber îdealîzma min a wekheviya zayendan dertê, min pir li ser wê nefikirî lê çîroka lehengên keç/jin dema bi xêz û rengan tênê vegotin, ev utopyaya nav hişê min tetmîn dike û bextewariyeke mezin dide min: cîhanekê edil. sasha 15 salî ye, lê êdî ketiye wî emrî ku divê ji xwe re yekî bibîne. lê ne ferdekî serbest e, wekî di hemû rojhilatê de. (erê rûsya jî li wir e) bapîrê wê keştîvanekî mezin e, bi keştiyeke hûtemezin ketiye ser pelên deryayan bo ku bigihêje cemserê bakur. lê piştre winda dibe, dibêjin miriye. sasha li hemberî devjiberdanên dewlet û malbata xwe, zarokatiyê dike û li ser şopa wî dikeve rê. ev çîrok, çîrokekê wêrekiyê ye, lê wêrekiyekê zarokî. dema leheng rûs be û bi ser de li moskovayê be, tiştê tê bîra mirov, teqez serma ye, berf e. heke piçekî din zorê bidin, hirç e. bawer im niha hema nebû tirşikvanek dikare piştevaniya min bike. û derhênerê vê fîlmê jî heman tiştê fikiriye ku rengên xwe ji tonên sar hilbijartiye. ji serî heta dawî rengên fîlmê atmosfera cemedê dide temaşevanan. afîşa fîlm wiha bu kurdî:



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.2)
pûanê bide fîlmê: