no country for old men

 Ethan Coen Joel Coen

 Joel Coen Ethan Coen Cormac McCarthy

 2007


 amerîka meksîka

 îngîlîzî spanî

 122

 tawan-sûc dram rageşî

  (2020.04.30)

 xelîl (2020.03.10)

 Llewelyn Moss, çenteyekê dibîne û ji xwe re hildide lê piştî vê çenteyê serê wî dikeve belayê û mêrkujekî demanî dikeve li pey wî.


no country for old men - Tirşik

no country for old men


. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xelîl ve, li kurdî hat wergerandin. hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 75. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: #118142



Array. Fîlmekî xwes û stress



Array. Fîlmeke din ya bi wergera kurdî mirov dikare bi zelalî li ser telegram bi navê kanala @filmenkurdi temaşe bike.(bê daxistina fîlm û jêrnivîs). Navê fîlmê gelek bala min kişand û min pirr eciband jî wek wergandina ku ji aliyê xelîl ve hatiye kirin.pûana min bo wergera xelîl sedî 90 bû ji bo fîlmê jî dîsa pûana min heman e.Fîlmên lîstikvanê hêja Javier bardem her tim xweş in her çiqas fîlmê de ne ew tenê hebe jî. lîstikvanên din Josh brolin , tommy lee jones, Kelly Macdonald û woody harrelson bûn. [spoiler: Fîlmê de mirovekî bi navê Llewelin dema diçe nêçîrî û dibîne ku li wir çend trimbêl û zilamên mirî hene , rast lê tê.Fehm dike ku ev danûstandina heşbir e.Piştre çentikek pere jî li wir heye, hildide û direve û dûre fehm dike ku mirovekî kujer û ji kuştinê hez dike daye dû wî.Ew dibe nêçîr kujer jî dibe nêçîrvanê wî û di vî nêçîrî de gelek kes tên kuştin.Polêsek jî dixwaze vî bûyerê û kuştinan zelal bike. Ya ku min fehm nekir gelo antonê kujer jina lywelin dikuje ? Piştê ku anton qeza dike dimire û çi dibe ? Lywelin wek leşkerî ku du caran çûye viyetnamê , çima jina xwe tenê hişt.Gelk pirs dûyê xwe dihêle dema ku diqede.]



Array. no country for kurd men tîne bîra min, bilûra min, ... biborin! Mirov hem gohdarîkirina stranan û hem jî nivîsîna tirşikê, ... tevlihevî li ber derî. ka em ê meyze kin javier bi kurmancî bi çi awayî derdên xwe tîne ziman.



Array. Hûn dikarin fîlmê bi binnivîsa kurdî li ser kanala telegramê ya Fîlmên Kurdî temaşe bikin. Lînka fîlmê: Here lînkê



Array. di fîlm de em dikarin bêjin kelacanî her tim zindî ye, an jî bi min tenê wisa bû. fîlm têra xwe serkeftî bû û di nav fîlmê ku van taliyan min temaşe kirin yê herî xweş ev bû. lîstikvaniya serlîstikvan bi navê Anton Chigurh pir serkeftî bû, mirov rastî jî hêsta kuştinê di çavên wî de dibîne, heqê rola xwe daye û her wiha Llewelyn Moss jî ne kêmî wî bû [spoiler: ji hemû tiştî bêhtir min mirina wî nedît, ew ne xweş bû pir bi hêrs bûmಠಿ_ಠ]



Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 88.8
(imdb: 8.2)
pûanê bide fîlmê: