101
13975 (2020.05.23)
simurg56 (2019.12.21)
john wick di gerdûna jîyana bierdê de efsane ye. ji ber hinek sedeman xwe teqawît kiriye lê dîsa ji ber mirina kuçikê xwe, vedigere.
. Fîlmekî Keanu Reeves e û nuh derket. |
|
Array. fîlma ku ev demek dirêj bû di aqlê min de bû. ji ber wê bawerîya min ku wê Keanu Reeves di fîlmek xerab de nelîze, min dixwest temaşe bikim. îro min temaşe kir. lê mixabin jê hêvyên min hinekî pûç derxist. jê aciz nebûm û min hinekî keyfê jî jê stand lê hêvîyên min gelek wêdetir bû. mijara wê gelek hêsan e û jixwe mirov di derbarê fîlmê de 2-3 rêzikan bixwîne, hay ji mijarê çêdibe. wisa: kuçikê john tê kuştin û ew jî tola xwe hildide. aksîyona wê baş bû û piştî ku destpê kir, qet navber neda. ji ber basîtbûna senaryoyê, gelek dişibe çukur'a tirkan: bam bam bam! di salên 2017 û 2019an de jî 2 flmên berdewamîyê jî hatine kişandin. ez ê lê temaşe bikim? ne bawer im. |
|
Array. çi ferqa john wick ji fîlmên din ên aksîyonê ên holywoodê heye nizanim?? min herdu fîlmên pêşiyê temaşe kiriye û bi zorê min karî bibim serî, ji fÎlmên aksiyonê hez dikim lê ne aksiyonên wekê dünyayı kurtaran adam dûrî aqil û rastiyan. fîlma ku ne bi xêra keanu reeves û fÎlma matrixê bûya herkesî wê tiranê xwe pê bikira niha gelek kes bi çavê şaheserekî lê dinêre. li dinyaya me ya da derewîn ya ku pere dike rastî ne îmaj e mixabin. |
|
Array. êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê gumgumok ve, li kurdî hat wergerandin.
hejmara fîlmên bi binnivîsên kurdî, bû 85.
hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê
wêneyê nîşande
|
|
Array. Fîlm hêmana aksiyonê xweş xebitandiye lê ji hêla çîrokê ve bila hêviyên we pir ne bilind bin. Bi tiştên mafyatîk tije ye yên di gelek fîlmên din ên berî wê de jî hatibûn vegotin û karanîn. Şîreteke fîlmê heye, heke hûn li dyayê bin xwe ji rûsan vetirsînin* û heke tu carek têkevî cîhana binerdê, êdî nikarî jê xelas bibî. Wergera fîlmê jî xweş lê hatiye, siheta gumgumok xweş be. |
|
Array. Versîyona nûjen ya fîlmên cüneyt Arkın e. Belkî ji aliyê leyîstikvanî, teknîk û honaksaziyê de eleqa wan ji hev tune be jî ji alî afirandina karekterê sereke yê qehreman ve heman Gûyî ne. Ji hezar cîhan gulle dibare lê gyanekam hîç namire lê di rastiyê de ji şûna gulleyan ewqasî ramûsan lê bihata barandin dê felç biketa laşê wî. Sebra meriv pê tê lê ne tu fîlmek e. Ji ber popûlerîteya keanu reevesî felsefeyekê lê tê barkirin Feqet li dewsa wî ger Îlyas Salman bilîstiya ker kes dê bi Qûna xwe pê bikeniya. |
|