chernobyl

 Johan Renck

 Craig Mazin

 2019


 amerîka îngîlîstan

 îngîlîzî

 330

 dram dîrok rageşî

  (1970.01.01)

 biaqila malê (2019.12.01)

 Rêzefîlmek ji 5 beşan pêk tê û bobelata chernobylê rasterast nîşanî temaşevanan dike.


chernobyl - Tirşik

chernobyl


. rêzefîlmek efsane ye. li ser wê gelek nîqaş hatin kirin. ji aliyê sînematografîk ve gelek serkeftî ye. senaryoya wê tim meraqek xweş di hişê de dihêle.



Array. Rêzefîlmek hbo ye ku di gulana 2019 an de dest pê kiriye û ji pênc beşan pêk tê. Wekî ji navê wê diyar e li ser bobelata çernobîlê ye. Wê rojê çi li wir qewimî, çawa bi seetan bi rojan gel xapandin giş nîşan kirine. Wexta mirov dîmenên rêzefîlmê û dîmenên rastîn dide ber hev heyirî dimîne çimkî tu ferq di navberê de tuneye. Her wiha lîstikvanên rêzefîlmê jî pirr şibandine kesên wan deman li medyayê derketin û ragihandinan dan. Piçekî bêhna Antî komunîzmê jê tê.



Array. rêzefîlmeke ku rojekî ez ê temaşe bikim



Array. Di nav rêzefîlmên ku min biyanî meyzandîye, li ser 10 pûana ez karim 10 pûana bidim. Di ser de jî ez karim vê jî bêjim, her çiqas rêzefîlmê Kurdî, nû bi nû van roja zêde dibin (bnr: Mala Min ê, Şekirok, Zarên me hwd.). Lê belê ji alîyê senaryo bi kerî tiştekî nayên ( ev fikrê min ê), tenê ji ber ku bi Kurdî ne. Lê dîsa jî destên wan sax bin ;)



Array. Rêzefîlmek xweş e, mirov ji dil lê dinihêre lê belê bi min sedama vî tiştî ji mijara fîlm e.



Array. rêzafîlma ku ji aliyê hemû kesên ku temaşe kirine ve hatiye ecibandin. herkes pesnê dide. min hê temaşe nekiriye lê êdî ferz bû.



Array. rêzefîlma ku bi min ev qas pesn dayînê heq nake. erê gelekî pere xerc kirine, bûyerên di wê de me de hatî jiyîn û tesîrên wan gelek baş danÎne ber çavan. lê ji aliyê keyfa seyir kirinê ew qas jî ne xweş e. puana min jê re 83 ye.



Array. rêzefîlma mîna belgefîlmekê meseleya çernobîlê û tevgerên hereketa komunîst xuya kiriye. berî belgefîlmê min nizanîbû têsîra radyasyonê gîhaştibe îsweçê jî. wekî din di wir de bi hin nîşaneyan xuya dike ku sîstema sowyetê sîstemeke xof û pûç û vala ye. jixwe ji ber wê hemû dewletên mîna van komunîstan mehkûmên tunebûnê ne.



Array. Rêzefîlmekî zehf serkeftî ye. Kinc, senaryo, û her tiştên dî mirov ecêbmayî dihêlin. Mirov dikare weke fîlmekî dirêj temaşe bike. Pûanê min 10/10



Array. dîmenek ji rêzefîlmê li ser derew û rastiyan



Array. Rêzefîlmê go gava çav lê dikeve, Helebçe tê hişê mirov..



Array. Rêzefîlma ku him ji aliyê senaryo him lîstikvanî û him jî dîmenên xwe ve gelek serkeftî ye. Nemaze dîmenên mirovên laşên wan ji ber radyasyonê şewitîne û şibandina şekl û şêwaza karakterên rastî û yên rêzefîlmê ve xebatek baş derketiye holê.






  • chernobyl0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 94.4
(imdb: 9.3)
pûanê bide fîlmê: