zagros

 Sahim Omar Kalifa

 Sahim Omar Kalifa Jean-Claude Van Rijckeghem

 2017


 belçîka

 Kurdî

 102

 dram

  (1970.01.01)

 nestêle (2019.08.09)

 Zagros xwedê jiyanek dijwar di navbera welat û evîn û malbat-civatê de ye. Çiqas hewl bide jî nikare xwe ji bandora malbata xwe xilas bike û dawiyê biryarên şaş dide û kiryarên şaş dike.


zagros - Tirşik

zagros


. strana koma rewşen a xweşik.
niha li ser radyoya tirşikê lê dide:

çawa wisa razaye?
Li nav vê dola ewqas mezin
Dapîra toros û alpa
Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir
Nizanim miriye an razaye

Bi vî laşê sar
Berikek spî li ser bejna wê
Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye
Bi janên dîrokî
Bawerim ku hê bi hêviye

Delingê xwe ranekir
Ji Îskenderê zorkurnet
Ne biharan ne payîzan
Sîng û berê xwe venekir
Ji tîmûrê xwedî şûr

Ne tu rojan ne tu şevan ne tu caran
Talan û înkar û şeran ji me re dayik bû

Zagros zagros zagros zagros
Nasnameyek asî yî
Zagros zagros zagros zagros
Tu heyî tu ji me yî



Array. zag: zinarên mezin. ros: roj
ji zagên tûj re jî tûjik tê gotin.
hwd. di helbesta arjen arî ya bi navê heyrano de navê çiyayê tûjik derbas dibe. ev çiya li dêrsimê ye.



Array. çîyayên bêserî. di navberê îran u iraqÊ da dirêj dibin. hemu zinar u latê wan şahêdê dîroka kurdanê.



Array. nav û deng û keleha kurdistanê ye. em zarokên zagrosan e. ji wir çêbûne û li dinyayê belav bûne. çi dema serê me ketiye tengasiyê wek rotînda gotiye:
her ku serê gelê kurd, ketî tengasî
hilkişiyan zagrosan ji bo azadî



Array. straneke xweş a koma rewşenê ye..
bi ya min lûtkeya tarza rockê ye..



Array. warê guldexwîna.



Array. zagros an çiyayên zagrosê, navê zîncîreçiyayê ku ji herêma wanê - colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. di nav axa kurdistanê de derbas dibe. ji bakur ve di destpêk de, di navbera tixûbên tirkiye û îrana îroyîn de û piştre wek tixûb di navbera îran û îraqa îroyîn de dom dike. nêzîkî kendava îranê di nav axa Îranê de heta herêma hurmizê diçe. dirêjiya çiyayên zagrosê 1.500 km ye. di zîncîreya zagrosê de gelek çiya hene. di nav van çiyan de çiyayê bi navê zana û çiyayê bi navê zerd ên herî bilind in. çiyayê zana 5.098 m û yê zerd jî 4.548 metre bilind e. Ji zagrosê re çiyayê kurdistanê jî dibêjin. di ji ber ku piraniya zagrosê di nav axa kurdistanê de ne. ibn xeldûn di pirtûka xwe ya muqaddîme de ji zagrosê de wek çîyayên kurdîstanê behz dike.

zîncîreçiyayên zagrosê bi hezar salan in ku di navbera çandên herêm ên cuda cuda de wek tixûb hatine kişandin. di navbera gelên wek farisî, asûrî, ermenî, kurd û ereb dê.



Array. zagreus (ζαγρεύς) di mîtolojiya yewnanîyan de kurê zeûs e. zeûs wî wek welîahdekî dibîne lê ji ber hesûdiya hinekan (hera) ji aliyê tîtanan ve tê kuştin. zeûs jî hêrs dibe li heman derê wan tîtanokan jî bi brûskên xwe dikuje. dû re prometheus tê xweliyên zagreus (xweşî, rindî, camêrî, canikî) û tîtanokan (çavnebarî, gemarî, dilreşî) dide nav hev û bi ava baranê ve dike herî; ji vê heriyê jî mirov tê afirandin. lê dibe ku yek ji tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê be.






  • zagros0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 85
(imdb: 7.1)
pûanê bide fîlmê: