eternity and a day

 Theodoros Angelopoulos

 Theodoros Angelopoulos

 1998


 Yewnanîstan Fransa Îtalya Elmanya

 Yewnanî Îtalyanî Îngîlîzî

 137

 dram

  (2020.09.24)

 simurg56 (2014.11.29)

 Famous writer Alexander is very ill and has little time left to live. He meets a little boy on the street, who is an illegal immigrant from Albania, and goes on a journey with him to take the boy home.


eternity and a day - Tirşik

eternity and a day


. navê fîlmê (bnr: Theodoros Angelopoulos ) e. ji bo muzîkên enfes (bnr: Eleni Karaindrou)



Array. Fîlma ku min sê hefte ewil nîvekê wê seyr kiribû.. heta nîvî xweş bû. Axaftina navbera zarokê û mêrikî da balkêş bû.. yanî ku fîlmeke din bûya Belkî temaşevana bigotana çawa dibe ev axaftina iha nav du înaanên ku ferqa temenê wana evqas zehv e da derbas dibe?.. Lê vê fîlma da na. Meriv dikeve nav lêpirsînan.. nîvê fîlimê din min fersend nwdît ez temaşe kim lê di demeke nîzik da ez ê teqez temaşe kim ji xwe qe gerek tine ez behsa muzika fîlmê bikim.. Ew bi serê xwe efsûnek e



Array. bi yewnanî Μια αιωνιότητα και μια μέρα. yek ji fîlmên xweş a angelopoulos e. 1998 an de çêkirine. li cannes ê Darqespa zêrîn qezec kiriye. hinek felsefîk hinek wêjeyîk hinek axxx zehf xweş e law. serlîstikvan bruno ganz e. ew jî sala dîl mir. fîlm qala helbestvanek dike, Alexandre. dixwaze helbesteke nîvco ya dionysios solomos timam bike. lê peyva nabîne. zarokek koçber nas dike. her wiha fîlm li dor wan û jiyana Alexandre ye. dîsa muzikên fîlmê zehf xweş in. û dîsa wek fîlmên berê di vî filmî de jî Eleni yek heye. *

flashback filan zehf in, dema ku mirov bala xwe didê dibîne ku film qala rojekî dike. her tişt di rojekî de diqewime.



Array. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê xwelî li ser ve, li kurdî hat wergerandin. hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê

têbinî-1: #118142
têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



Array. Filma ku bi pistînî di mêjiyê me de bi vê monologê deng vedide: "Çima wextê bi zimanê xwe axivîm min xwe li mal hîs kir? Bi zimanê xwe dikarîbûm peyvên windabûyî anjî jibîrkirî bibînim. Çima tenê wê kêliyê min dikarî dengê lingên xwe yî li mal bibihîsim?"



Array. filmek balkêş bu dest xweş ji bu wergêrana we






Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 93.9
(imdb: 7.9)
pûanê bide fîlmê: