valerian and the city of a thousand planets

 Luc Besson

 Pierre Christin Jean-Claude Mézières Luc Besson

 2017


 elmanya belçîka fransa emîrtiyên erebî yên yekbûyî

 îngîlîzî fransî

 136

 macera aksîyon honaka zanistî fantastîk

  (1970.01.01)

 simurg56 (2018.03.09)

 Alfa navê navendek e li fezayê ku hemû cûreyên candarên li gerdûnê, li wir bi hev re dijîn û tiştan ji hev hîn dibin. lê niha ev navend, bi xetereyeke ji nîvê nava xwe re rû bi rû ye. Valerian û Laureline, du sîxûr in û peywira wan ew e ku vê talûkeyê nas bikin û asteng bikin.


valerian and the city of a thousand planets - Tirşik

valerian and the city of a thousand planets


. fantastîk e. dema min ji bo temaşekirinê, fîlmê amade kir, kilfeta min û mêvanan pirsîn bê ka fîlmek çawa ye. li gel ku min hê temaşe nekiribû û zêde şîrove jî di derbarê wê de nexwendibûn, min got "tiştekî mîna avatarê ye". bi rastî jî piçekî wisa bû. ji xeynî efektên dîtbariyê -ku serkeftî ne- tiştekî resen tê de tune bû. an ji bo ciwanan hatiye kişandin an jî ez hinekî pîr bûme, ango min zêde jê hez nekir û jixwe 70 pûan danê. ji aliyê derhênerê fransî Luc Besson ve hatiye kişandin. dibêjin fîlma herî bûha ya fransa û ewropayê ye. edit: navê fîlmê bi kurdî: valerîan û bajarê hezar gerstêrkan






  • valerian and the city of a thousand planets0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 67.5
(imdb: 6.4)
pûanê bide fîlmê: