139
simurg56 (2014.11.29)
As the Mayan kingdom faces its decline, the rulers insist the key to prosperity is to build more temples and offer human sacrifices. Jaguar Paw, a young man captured for sacrifice, flees to avoid his fate.
. ji 2006a vir ve min dixwest temaşe bikim, lê belê piştî deh salê, îro bû qismet. tê bîra min li wê demê gelekî bala min kişandibû. ji ber ku derhêner mel gibson, li fîlmê serî heta dawî zimanê resen a mayayan bikaranîye. fîlm gelek xweş e û wek avê diherike, aksîyon ti carî nehatiye rawestandin. tundiya hoveberan bi aşkere hatiye rêdan ku bi pevçûn û revê re kelacan û coşî dide temaşevanan, meriv nikare bê girtina derekê xwe, berdewamî temaşeyê bike. |
|
Array. fîlma ku binnivîsa wê ya kurdî jî heye di beşa fîlman ya tirşikê de. hêvî heye tirşikvan bi kurdî temaşe bikin. |
|
Array. fîlm du saet û deh deqe dikşîne..
di serî heta dawiyê, merivan dibe dîroka însanên berê heta yên modern..
wehşîtîya mirovan, cedela navbera mirovan, bawerî yên ecêb.. di diroka kevin da têkiliyên jin û mêrê bi awayekî zexm pêşkeşî meriv dike..
spoilerê veke
|
|
Array. "wextek qebîleyek hebû, aztek, ew bawer dikirin ku gerdûn bi darê zorê hatiye afirandin. her sal dema sersal pîroz dikirin ewan dilê yekî derdixistin û pêşkêşê xwedayên xwe dikirin. pê bawer bûn ku eger ev ayina qurbanan pêk neyê wê tav (roj) ji asimanê bikeve xwarê û dawiya dinyayê were. paşê jî îspanyol hatin." oz s02xe02 ancient tribes |
|