Shôhei Imamura Shichirô Fukazawa
130
şagirt (2017.06.20)
Fîlm di derheqê girîngiya jiyanê ya di nav feqîrî û belengaziyê de ye. Ew belengaziye ku ji bo zikekî kêm bibe, pîrika malê xwe dide kuştinê.
. Fîlm cara ewil di 1958an de hatiye çêkirin. Di 1983an de carek din kişandine. çirok di salên 1800î de li gundekî japonyayê derbas dibe. Li vê gundê kal û pîrên ku 70 saliya xwe derbas kirine, ji bo mesref a malê kêm bibe diçin çiyayekî û li benda mirine disekinin. Di fîlmê de em pîrikekî ku 70 saliya xwe derbas kiriyê lê hên diranê wî neweşiyane dibînin. Pîrik ji bona ji malbata xwe re nebe bar diranê xwe bi destê xwe dişkîne, ta ku wê bibin ser çiya. Em rojên dawîn ya jiyana pîrikê û bûyerên ku li wi gundê belengaz diqewimin di 2 saet û 10 deqqeyan de temaşe dikin. |
|