107
simurg56 (2016.12.24)
Komek leşkerên taybet yên amerîkayê li welatek ku şerek navxweyî lê heye, rastî êrîşên sosret tên ku qene dijminê xwe nabînin jî. ji bo ku li ber dijminek ku bi çavan nayê dîtin û bi çekên asayî nayê kuştin, divê teknîkên nû hilberînin û divê dijminê xwekifş bikin; xeyalet an kamuflaja bi teknolojiya dawîn.
. fîlmeke îsal e. bi cûreya aksîyon, honaka zanistî û rageşî ye. min 91 pûan danê; Here lînkê mirov bûyerên di fîlmê de meraq dike û dikeve kelecanê jî. him behsa xeyaletan dike him jî hewl dide ji zanistê veneqete. ger piçek din li ser senaryoyê bihata xebitîn û û xwe ji klîşeyan rizgar bikira, dikariya bibe fîlmek bingehîn ya cûreya honaka zanistî. yanî ji vê mijarê fîlmek bi bingehek saxlemtir dikariya were çêkirin. lê dîsa jî xweş bû. |
|