captain fantastic

 mat ross

 mat ross

 2016


 emerîka

 ingilîzî

 118

 komedî drama

  (1970.01.01)

 xendekî (2016.10.25)

 flîmekî nû yê (vbnr: viggo mortensen), yanî aragorn'ê kurê arathorn.


captain fantastic - Tirşik

captain fantastic


. flîmekî nû yê viggo mortensen e, yanî bi nasnavê xwe aragorn'ê kurê arathorn. flîmek felsefîk e, bi çavekê din li dinyayê dinêre û ew û jina xwe zarokên xwe ji jiyana modern îzole dikin û ew û xwe wan ji aliyê laşî jî ji aliyê fikrî û entelektuel de jî perwerde dikin. hest dikin ku wan bikin qralên fîlozof. lê jina wî dimire û ew têne dimîne: û mecbûr dimîne hinekî adapteyî jiyana modern bibe. mijar li ser vê ye. di flîmê tiştên xweş he ne: - şûna sersalê pîrozkirina rojbûna noam chomsky û tiştên din...



Array. fîlma sala 2016an e. fîlm ji bo platon û noam chomsky, rêzgirtinek e. li jor behsa naveroka wê hatiye kirin. fîlm li ser fikrek baş hatiye avakirin lê nizanim çima, bandora hêvîkirî li ser min nehişt. [spoiler: dê û bav piştî emrekê, bar dikin nava daristanekê û li vir zarokên xwe xwedî dikin. tabî wan naşînin dbibistanê. ew bixwe her tiştî nîşanî wan dikin. wan hînî xwendinê dikin; felsefe, wêje û hwd. her tiştî dixwînin. wan hînî zanistê dikin; her zarokek fîzîk û matematîkê xitim kirine maşallah. wan hînî mûzîkê dikin; her yek ji wan enstrûmanek din ya mûzîkê lê dixe. wan hînî sporê dikin: dibezin, nêçîrê dikin, hildipelin çiyayên asê û hwd. welhasil wan hînî her tiştî dikin û her yek ji wan dibin übermensch tabî li vir problemek heye; ji bo ku bikarin van tiştan hînî zarokan bikin dê û bavên wan uber-übermensch bin. lê em bêjin bila wisa be jî; ger zarok qet dernekevin nava mirovan, çima van tiştan hînî dibin, bi taybetî yên fîzîkî û zanistên din yên pozîtîf? bersiva van tiştan tune, loma hinek bingeha fîlmê sist dibe. lê rexneya di derbarê perwerdehiya zarokan de, gelek net e û mafdar e. dêûbavê di fîlmê de, her tiştî rasterast dibêjin zarokên xwe. tiştên(li gorî wan derewên) dînî, têkiliyên zayendî û mirin... ji aliyê din ve zerarên tiryakan an jî hambûrger û kolayê jî... dema zarokên wan û yên din tên cem hev, em ferqa vê perwerdehiyê bi awayek aşkere dibînin. û li vir, nakokiyên sîstema qebûlkirî jî derdikevin holê: zarokên ku nifiran nabihîsin lê lîstikên şer dilizîn û heraketên eyb li hevalên xwe dikin. şerabê venaxwin lê kola, cîps û hambugerê her roj dixwin û hwd. bi ya min mijar tenê li ser perwerdehiya zaroakan bûya, wê bêtir serkeftî bûya. jixwe em dikarin bêjin ku di dawiyê de di navbera vê malbatê û jiyana modern de, peymanek bi vî awayî çêdibe. zarok êdî li bajêr û di nav mirovan de ne, lê ehlaqa xwe ji bavê xwe hîn dibin û fêkî û sewzeyên xwe, bixwe digihînin, yanî di nav xwezayê de ne.]






  • captain fantastic0 daxistina giştî
Afîşa fîlmê:
Afîşa fîlmê
Puana tirşikê= 79
(imdb: 7.8)
pûanê bide fîlmê: